Adnan Çelebî li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin û cezayê wî di 11’ê Îlona 2024’an de xelas bû. Lê belê Desteya Îdare û Çavdêriyê roja ku wê Çelebî tehliye bûbûya, tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir.
Çelebî, di 11’ê Kanûnê de careke din derket pêşberî lijneyê. Lijneyê, vê carê jî bi hincetên weke “Poşman nîne” û “Neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” tehliyeya Çelebî ji bo 3 mehan taloq kir.
Adnan Çelebî, di 14’ê Îlona sala 1994’an de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê hate binçavkirin. Di 14’ê Cotmeha sala 1994’an de jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn.