Du hefte di ser êrîşên DYA’yê yên li ser Îranê re derbas bûn. Di êrîşên van du hefteyan de bi sedan sivîlan di êrîşên DYA û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan. DYA ya ku di êrîşên li ser Îranê de encama dixwest bi dest nexist, hewl dide Kurdan bişîne nav şer. Li hemberî vê yekê, Kurdan bi zimanekî zelal beyan kirin ku ew ê beşdarî êrîşên DYA’yê yên li ser Îranê nebin.
Zanyarê siyasî Naif Bezwan, êrîşên DYA’yê yên li ser Îranê û helwesta Kurdan ji ANF’ê re nirxand.
DYA, ÎRANÊ WEKÎ HÊZEKE HEGEMONÎK A HERÊMÎ DIBÎNE
Bezwan diyar kir ku sedema yekemîn a êrîşên DYA’yê yên li ser Îranê ew e ku Îran wekî gef tê dîtin û wiha nirxandin kir: “Di bingeha şerê ku niha bi hemû tundî û rûxandina xwe berdewam dike de, ev yek heye ku rejîma Îranê hem li hundir hem jî li derve bi hemû polîtîkayên xwe ji aliyê DYA û Îsraîlê ve wekî hêmana gefê ya pileya yekem û wekî hêzeke hegemon a herêmî ya antîgonîst tê dîtin. Piştî hilweşandina rejîma şah, di salên 1980’yî de Îran ji bo pergala rojava bêtir wekî gefeke siyasî û îdeolojîk dihat dîtin, lê bi taybetî di sala 2003’yan de bi rûxandina rejîma Saddam ji aliyê koalîsyoneke navneteweyî ve bi pêşengiya Amerîkayê, rewş bi rengekî radîkal guherî. Bi ketina rejîma Baas a Iraqê re, Îran gav bi gav di asta herêmî de wekî rikeberekî siyasî û stratejîk ê bihêztir derket ser dikê û valahiya jeopolîtîk a derketî bi hostatî bi kar anî; di bin navê ‘eniya berxwedanê’ de serî li polîtîkayeke derve ya berfirehxwaz û mîlîtarîst da. Wekî hewcehiya vê stratejiyê li Lubnan, Iraq, Sûriye û Yemenê hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe û rejîmên wekîl ava kirin.
Bi giştî peywendiyên stratejîk û pergala tifaqa ku Îranê di asta herêmî û gerdûnî de bi taybetî bi Çîn û Rûsyayê re ava kiriye, bû sedem ku wekî gefeke stratejîk a li dijî berjewendiyên bingehîn ên Rojava bê dîtin. Meriv dikare bêje ku piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê, li Rojhilata Navîn tu hêzê bi qasî Îranê gef li hebûn û berjewendiyên jeopolîtîk û jeoekonomîk ên Amerîka û hevalbendên wê nexwariye.”
DAXUYANIYA KURDAN STRATEJIYA ÇARESERIYÊ YA DI NAV SÎNORÊN NIHA DE YE
Kurdên Rojhilat ên ku piştî êrîşên DYA’yê çav li ser wan bûn, bi zimanekî zelal diyar kirin ku ew ê neyên nav pevçûnên navbera DYA û Îranê. Bezwan der barê helwesta Kurdan de ev tişt gotin: “Her çend rêveberekî partiyekê (PJAK) ku Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistan-Îranê pêk tîne di vê maneyê de daxuyaniyek dabe jî, ez bawer dikim ku li ser navê hemû tifaqê daxuyaniyeke bi vî rengî hîna nehatiye dayîn.
Wekî tê zanîn, ‘Tifaqa Hêzên Siyasî’ beriya demekê di deklarasyona ku hem di raya giştî ya Kurdistanê de hem jî li cîhanê bi eleqeyeke mezin hat pêşvazîkirin de, armanca ‘avakirina pergaleke rêveberiyê ya demokratîk, piralî û ya ku vîna gel esas digire li Kurdistanê, di nav Îraneke federal, sekuler, demokratîk û piralî de’ derxist pêş. Ev, di esasê xwe de stratejiya çareseriyê ya di nav sînorên heyî de ye li ser bingeha parvekirina serweriyê bi rêya guhertina rejîmê ya doza xwe-rêvebirinê ya sed salî ya Kurdan.
Dema ku li Rojhilat helwesteke wiha girîng û serdemî ya hevpar hatiye nîşandan, ez difikirim ku ne hewce ye û ne jî bi wate ye ku ev yek bi têgehên mîna ‘entegrasyon’, ‘rêya sêyemîn’, ‘bêalîbûn’ an jî têgehên din ên ku dikarin bên bîra meriv, bê nezelalkirin. Ji ber ku Kurdan aliyê xwe yê ku koka wî herî kêm heta ragihandina Komara Kurdistanê ya li Rojhilat di sala 1946’an de diçe heye û di vê maneyê de ‘bêalî’ nîn in. Digel vê yekê, ji bo ku Kurd nebin armanca êrîşên qirker ên aparatên kujer ên rejîma ku di nav kederên mirinê de dinalîne, haydarî û hesasiyeteke di asta herî bilind de nîşandan û diyarkirina dem, cih û mercên tevlîbûnê li gorî hêz, pozîsyon û berjewendiyên xwe, girîngiyeke jiyanî ye. Ya herî sereke jî ew e ku tifaq bêyî dem winda bike mekanîzmayên hevpar di qadên siyaset, parastin û dîplomasiyê de bixe meriyetê û vê yekê bike xîm û pûsulaya stratejîk a her cûre çalakiyên ku dê li hundur û derve bên kirin. Ev ne tenê tê wateya pêşvazîkirina daxwaz û bendewariyên piraniya raya giştî ya Kurdistanê; di heman demê de ji bo azadbûna Rojhilat û derketina holê ya Îraneke nû û demokratîk jî xwedî girîngiyeke jêneveger e.”
ÎRAN DIXWAZE HUKIMRANIYA XWE YA KOLONYAL LI KURDISTANÊ BIDOMÎNE
Bezwan anî ziman ku armanca bingehîn a Îranê domandina desthilatdariya xwe ya kolonyal a li Kurdistanê ye û ji bo vê dikare her tiştî bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Armanca bingehîn a Îranê domandina hikumraniya xwe ya kolonyal a li ser Kurdistanê ye û ji bo vê yekê her rê, hincet û xerabî pêkan e. Li Îranê rejîm guherîn, rejîm hatin û çûn; ev rastî neguherî. Beriya demeke kin rêveberiya Trump a ku li Rojava di kêliyeke qederê de ji hemû cîhanê re ragihandibû ku peywendiya tifaqa bi Kurdan re bi dawî kiriye, ev guherîna helwestê ya dramatîk geşedanek e ku bi dersên siyasî yên li ser baş were fikirîn tije ye. Di serê van dersan de têgihiştina hêza manîvela ya zêdebûyî ya meseleya Kurdistanê ya li ser guherîna statuko û hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn tê. Ya duyemîn, rastiya ku hema bêje ne gengaz e aktorên siyasî yên Kurd li derveyî pergala herêmî û hevkêşeya jeopolîtîk bên girtin e. Wekî sedema sêyemîn jî, bêguman divê mirov medê têr nabe yê rêveberiya Trump a li ser peywendiyên ‘demkî, taktîkî û transaksiyonel’ ên ku dikare bi kêfî bi kar bîne, destnîşan bike.
Divê neyê jibîrkirin ku siyaseta Kurdistanê, di esasê xwe de siyaseta zanabûna neçariyên jeopolîtîk û momentên firsendê ye. Heke em karibin bi siyaseteke rast û yekbûyî di cih û dema xwe de bersivê bidin van momentên firsendê yên jeopolîtîk û neçariyên xwe jî bi rengekî rast û hesas birêve bibin, şansê me yê bi dest xistina encamê dê hebe. Heta ku hûn nekaribin vê bikin, rîsk zêde dibin û xetere mezin dibin”

