Ramazan Kiran ku li Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê dihat ragirtin, piştî 33 salan di 9’ê Nîsanê de hate berdan. Kiran, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi girseyî hate ziyaretkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kesan di serdanê de cih girt. Di dema serdana li Taxa Bahçelîevlerê de ziyaretvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Hevserokê MÊRDÎN TUHAD-DER’ê Fettah Tekîn di serdanê de axivî û got ku ew dixwazin Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
‘BIHARA AZADIYÊ HATIYE’
Kiran jî di serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ragirtina Rêbertiya me û hevalên me bi rastî jî ji bo me gelek zehmet tê. Heta ku em Rêbertiya xwe û hemû hevalên xwe di nav xwe de nebînin, em tu caran xwe azad nabînin. Êdî bihara azadiya me nêz bûye. Em bi hêviyeke mezin li benda encama wê ne.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê jî xwest demildest hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Serdan, bi gotina stranên azadiyê bi dawî bû.

