Mitînga Newrozê ku îsal li Amedê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate lidarxistin, şahidî ji kêliyên dîrokî re kir. Newroz li qada Parka Newrozê di saetên siharê de bi kombûna gel destpê kir û bi saetan dewam kir. Welatiyên ku bi cil û bergên rengîn û gelêerî û bi dirûşme û tilîliyan ketin qadê, bi saetan li ber stranan govendê gerandin. Girseya ku wêneyên Rêber Apo hilgirt, bi pêxistina agirê Newroza re bi coştir bûn. Bi sedhezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û wêneyên bi reng, têkoşer û cuda derket. Girseyê tevî baranê jî bi coş bû û heta dawiyê qadê bûn.
Me wêneyên Newroza 2026’an a dîrokî ku ji 7’ê heta 70 salî her kes tevlî bûn, ji bo ve ber hev kirin.


























































