Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Dêrazor, Firat, Tebqa, Reqayê bersiva banga seferberiya giştî da ku Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî kiribû. Îro karwanên gel ji kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo xwe bighînin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ketin rê.
Karwanê gel dema ku li deriyê Dêr Hafirê ber bi bendê kontrolê yê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve çûn, rê li ber derbasbûna wan hat girtin û gule li wan hat barandin. Girseya gel dê şeva xwe ya yekem li deriyê sînor ê Dêr Hafir derbas bikin.
Tevî sermayê jî, biryardarî û israra gel a gihîştina Helebê ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên taxên dorpêçkirî her ku diçe mezin dibe.
Di vê navberê de karwanên gelê ji Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê jî gihîştin Dêr Hafirê.

