Siyasetmedarê Kurd, ji pêşengên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, jiyana xwe ya ku dabû têkoşîna ji bo mafên rewa yên gelê Kurd, doh li Hewlêrê li nexweşxaneya ku ji ber nexweşiya gurçikê lê tedawî dibû, ji dest da.
Di danê sibehê de bi amadebûna hejmarek berçav ya çalakvan, siyasetmedar û welatparêzên Hewlêrê, li Tiba Edlî ya Hewlêrê cenazeyê siyasetmedar û têkoşerê Kurd şehîd Salih Muslim bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hate oxirkirin.
Tê payîn piştî ku cenazeyê şehîd gihişt bajarê Qamişlo bi merasîmeke bi heybet were pêşwazîkirin û ji wir jî bi merasîmekê ber bi bêdawîtiyê ve were oxirkirin.

