Bi sedan şêniyên Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî û şêx û serokeşîr di merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ezîz Şêx Elî de, beşdar bûn.
Merasîm li pakrewangeha bajarokê Hikûmiye hat lidarxistin.
Şehîd Ezîz di 19’ê Mijdarê de li bajarê Hesekê di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû.
Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîle Xelîl hemû şehîdên rûmet û azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku malbatên şehîdan hêza xwe ji fedakariya şehîdan digirin û soza pêkanîna armancên wan da.
Bi navê şêniyên Reqayê hevseroka Meclisa Rêveber a kantonê Hêvîn Îsmaîl şehîd bi bîr anîn û soza domandona têkoşîna şehîdan da.

