Li gorî nûçeya ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, bi dronan êrişî çerxerêya Tahûnê ya li başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.
Di encama êrişê de zerarên madî çêbûn.
Çeteyên hikumeta demkî binpêkirina agirbesta 15 rojan ku duh hatî ragihandin didomîne.
Beriya çend kêliyan navenda ragihandinê ya QSD’ê der barê binpêkirinan de daxuyaniyek weşand.

