Di çarçoveya dewamkirina sûcan li dijî welatiyan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku hewl didan bigihînin kantona Tebqayê revandin.
Li hember serbestberdanê her welatiyekî çeteyan 4 hezar dolar ferz kir. Çeteyan ew welatî li kampa Vegerê ya li nêzîkî gundê Ziyaretê yê gundewarê bajarokê Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî revandin.
Navên koçberên hatin revandin wiha ne:
Dilîvan Ehmed Îbiş (38) ji gundê Kaxirê ye.
Ridwan Ebdo Îbiş (41) ji gundê Kaxirê.
Fikret Hesen (49) ji bajarokê Şiyê ye.
Mihemed Sibhî Mistefa
Beşîr Eynet Îbrahîm
Ehmed Necar (21)
Mihemed Elî Rida (49) ji gundê Zeirê.
Mecîd Ehmed ji gundê Ziyaretê.
Henam Mihemed Talib ji gundê Aqîbê.
Osman Mihemed Talib ji gundê Aqîbê.
Mihemed Esed Talib ji gundê Aqîbê.
Mihemed Receb Talib ji gundê Aqîbê.
Mihemeda Mistefa Talib ji gundê Aqîbê.