Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê êrîşên xwe didomînin. Şîrketa çîmentoyê ya Fransî ya li gundê Çelebiyê ya li başûrêrojhilatê Kobanê, ji aliyê çeteyan ve bi obus û tankan hate hedefgirtin.
Her wiha liv û tevgera hewayî ya dewleta Tirk a li Çelebî, Xirab Hişkê û Zêrikê dewam dike.
Li dijî êrîşên çeteyan şervanên QSD, YPJ-YPG’ê bersiveke xurt didin.
Şerê li herêma navborî dewam dike.

