Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyekî nivîskî banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê ku bi armanca azadiya Rêber Apo were lidarxistin, kir.
CÎK’ê destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha jiyana wekhev, azad û aştiyane ya gelan e û wiha got, “Ev meş naskirina mafên siyasî, çandî û civakî ya gelê Kurd, pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan û xurtkirina îradeya çareseriya demokratîk, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em ê vegotina îrade û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bi awayekî xurt bidomînin. Em careke din tînin bîra raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî; pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke herêmî ye, hêmanên bingehîn a aştiya herêmî û kûrewî, çareseriya demokratîk û jiyaneke bi adil e. Bicihanîna pêdiviya vê pêvajoyê û piştgirîkirina îradeya çareseriyê, erka civaka navneteweyî ye jî.”
CÎK’ê bang li hemû Kurdistanî û her kesên alîgirê têkoşîna, demokrasî, azadî û wekheviyê kir ku tevlî meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de bibin û wiha got, “Em bang li her dostên xwe yên nirxên demokratîk diparêzin û alîgirê aştiyê ne dikin ku di 8’ê Mijdarê de li hev bicivin. Ji bo qirîna daxwazên me yên azadî, wekhevî û edaletê, li Kolnê bicivin.”

