Mûsa Mihemed Tacedîn ê 18 salî ji taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo ye. Di sala 2023`yan de ji ber nexweşiya dohnê di nava hestiyê piştê de, ji her du lingên xwe felc bûye.
Di vê dema ku tevahiya Rojava li hemberî êrîşan rabûye ser piyan de, Mûsa Mihemed jî xwestiye ku li kêleka berxwedêran bisekine û moral bide wan.
Mûsa Mihemed Tacedîn, bi 2 gopalan dimeşe û li ser her du lingên xwe hesin danîne.
Ew li ser benda kontrolê ya ku şêniyên taxê nêzî mala wî danîne, disekine.
Mûsa Mihemed Tacedîn, dibêje ku ew dixwaze bi hebûna xwe moral bide şervanan, divê Kurd bi yekdestî li hemberî êrîşên ku li dijî wan tên kirine, derkevin.

