Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de de li gelek bajaran bi ser malan de hatibû girtin û gelek rojnamevan jî hatibûn binçavkirin. Îfadeyên rojnamevanên anîn Eskîşehîrê temam bûn. Di lêpirsîna dozeriyê de nûçeyên rojnamevanan çêkirin jê hatin pirsîn.
Mehmet Yaşar Abatan piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan û rojnameger Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Serap Guneş, Bîlge Aksu û Tugçe Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Dozgeriyê xwest ku Bîlal Seçkîn, Havîn Derya û Sûzan Demîr jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.