Nivîskar Îlhan Dayan ku li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê di 18’ê Tebaxa 1993’an de hate girtin, piştî dîlgirtina 32 salan di 26’ê Adarê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmara 2’emîn a li Amedê hate berdan. Dayan dema girtîbû li Îzmîr, Aydin, Mereş-Elbistan, Mêrdîn-Mîdyat, Rîze-Kalkandere û Amedê li girtîgehê hate hiştin.
Nivîskar Îlhan Dayan ji ANF’ê re qala pêvajoya girtîgehê û aştiyê kir û got, “Serpêhatiya girtîgehê ya 32 salan ji destpêkê heta dawiyê berxwedan bû, qadeke têkoşînê bû. Girtîgeh ne cihekî welê ye ku jiyaneke ji rêzê lê bê derbaskirin. Pêwîstî bi hewldan, îrade, kûrbûn û baweriyeke bêhempa heye. Bêyî van jiyana bi nirxên xwe yên cewherî li girtîgehê, nepêkane.”
Dayan ragihand ku mirov dema qels be weke findê dikare bihele, ruh, dil, hest û hişê mirovan dikare bê rizandin û got, “Di pêvajoya girtîgehê de me gelek caran şahidî ji rizandina bi vî rengî re kir, lê belê gelek hevalên me jî bi pêş ketin û bûn mîna meşaleyekê. Yên ku ji bo azadiyê dest ji beden, ruh, canê xwe berdan bi dilxwaziyeke mezin ji me re bûn meşale. Me bi wan re heman sifre, heman bîranîn parve kir.
Lewma eger wê qala girtîgehê bê kirin, divê destpêkê qala wan bê kirin, ew bêne bîranîn. Wan di heman demê de nîşanî me dan ku hebûn û berxwedan tiştekî çawa ye. Me li ser vî mîrateyê jiyana xwe dewam kir û li ber xwe dan. Ji ber ku me girtîgeh ne weke cihekî tinebûnê lê weke qadeke berxwedanê dît, me ji wê bawer kir ku li cihê berxwedanê jiyan heye.
Me li vê erdnîgariyê baş fêhm kir ku eger li cihekî berxwedan nebe jiyan jî nabe. Beriya her tiştî em ji lehengên xwe hînî vê yekê bûn. Me dît ku dîwar ji bo me zêde wateyeke xwe nîne.”
PÊVAJOYA JINÛVE AVABÛNÊ
Dayan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir û got, “Dema ku daxuyaniyên destpêkê têkildarî pêvajoyê hatin dayin girtî bûm. Me li ber televîzyonê hewl didan bişopînin. Dixwazim qala hesta xwe ya destpêkê bikim. Rêbertî ji me re got, ku gelê Kurd êdî xwedî rêbazên cuda, rêbazên demokratîk e ku karibe xwe pê biparêze, xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe ava bike. Lewma daxuyaniya ku Rêbertî da, ji bo me daxuyaniya ji bo baweriyê bû. Nîşanî me da ku ev rastiya gel a ku di nava têkoşînê de ava bûye bêyî çekan jî dikare hebûna xwe biparêze. Hingî em bi kelecaneke mezin ketin.
Niha pêvajo ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin. Aliyên xwe yên neyînî, aliyên nameşe, pirs, aliyên xwe yên nayên fêhmkirin hene. Hin derdor jî bi zanebûn hewl didin manîpule bikin. Rêbertî qala guhertineke fikrî ya mezin dike. Qala projeyeke welê dike ku dikare rûyê sosyo-polîtîk, çandî û siyasî yê Rojhilata Navîn biguherîne.
Paradîgmaya ku Rêbertî destnîşan dike xwedî wê hêza fikrî û felsefî ye ku ne tenê Kurdistanê dikare çarenûsa sosyo-polîtîk a Rojhilata Navîn, çarenûsa wê ya siyasî biguherîne, paşeroja wê ava bike.”
Dayan destnîşan kir ku Rêbertî deriyê jiyaneke nû vekiriye û got, “Rêbertî qala pêvajoyeke avakirina civakî ya nû dike. Lewma ji siyasetê heta bi wêjeyê li her qada ku bê bîra mirovan derfetên jinûve avakirinê pêşkêş dike. Ev pêvajo ne pêvajoya bendemayinê ye. Her kesên ku baweriya xwe bi demokrasiyê, azadiyê, mafên civakî û neteweyî yên Kurdan heye divê vê yekê weke pêvajoyeke têkoşînê bibîne û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’
Îlhan Dayan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê bi encam bibe divê dewlet tavilê gavên şênber biavêje û got, “Ji bo ev proje karibe bi pêş ve biçe divê dewlet bi lez gavan biavêje. Guhertinên qanûnî û destûra bingehînî divê bêne kirin. Cewhera vê paradîgmayê ev e: Gelo her kes wê karibe li warê xwe bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe azad be? Wê karibe bi rengekî azad xwe bi rêxistin bike? Wê karibe bi rengekî azad siyasetê bike? Wê karibe zimanê xwe ji aliyê civakî, çandî û perwerdeyî ve bi kar bîne? Wê karibe baweriya xwe biparêze û li gorî wê tevbigere?
Li vê cografyayê her kes; baweriya xwe çi dibe bila bibe, ziman, çand û nirxên xwe yên civakî çi dibe bila bibe wê li gorî nirxên xwe yên civakî û dîrokî bijîn. Lewma divê wekhevî pêk were. Ji bo vê jî divê guhertinên qanûnî û destûra bingehînî bi lez bêne kirin.”