Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kujerên wan bên darizandin çalakiya xwe ya hefteya 1032’an pêk anîn. Dayikên Şemiyê ku bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan li Qada Galatasarayê hatin cem hev, di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû yên birayên hev pirsîn. Gelek xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ku hat dayîn bûn. Di çalakiyê de metna çapemeniyê ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Oya Ersoy ve hat xwendin.
2 BIRAYÊN WINDA
Oya Ersoy, anî ziman ku Ayhan Efeoglû di 6’ê Cotmeha 1992’an de li ber Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya ku xwendekar bû ji aliyê polîsên cil û bergên sivlî li wan ve hat binçavkirin û anî ziman ku piştî birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Stebolê careke din agahî jê nehatiye giritn. Oya Ersoy diyar kir ku 2 sal piştî Ayhan Efeoglû di bin çavan de hat windakirin, birayê wî Alî Efeoglû jî di 5’ê Çileya 1994’an de li derdora Pendîka Stenbolê hat binçavkirin. Oya Ersoy got, “Malbata ku nekarî Ayhan bibîne, vê carê ji bo aqûbeta Alî serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. Lê der barê windakirina Ayhan û Alî Efeoglû de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Lêpirsîn bi hinceta dem derbas bûye hatin bidawîkirin.”
Oya Ersoy bi bîr xist ku di sala 2011’an de polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin diyar kiribû ku Ayhan Efeoglû di bin çavan de bi êşkenceyê hatiye kuştin û wiha got: “Ayhan Çarkin di îtîrafa xwe de got, ‘Min ew bi destên xwe defin kir’. Ayhan Çarkin navê polîsên ku êşkence li Ayhan Efeoglu kirine da. Piştî van îtîrafan malbata Efeoglû serî li dozgeriyê da û xwest dosya ji nû ve bê vekirin û ji bo cihê definkirina kurê wan lêkolînek bi bandor û serbixwe bê kirin. Her wiha der barê 8 polîsên ku di Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de dixebitîn jî serlêdan kir. Piştre serî li 2’yemîn Dadgeha Asliye ya Sivîl a Bursayê da û li dijî Wezareta Karên Navxweyî ji bo tazmînata manewî doz vekir û diyar kir ku piştî îfadeyên Ayhan Çarkin derketiye holê ku kurên wî bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Wezaretê di bersiva xwe ya dadgehê de jî got ku gorên kesên ku tê îdiakirin winda bûne li Stenbolê ne û daxwaz kir ku dosya ji Stenbolê re bê şandin. Tevî van hemûyan jî heta îro tu lêpirsîn û dozeke ku rastiya maddî eşkere bike nehatiye kirin. Em di daxwaza xwe de israr dikin ku aqûbeta birayên hev Ayhan û Alî Efeoglû bê eşkerekirin û edalet pêk were. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo hemû windahiyan daxwaza edaletê bikin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
Çalakî bi dayîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.