Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1081’an de çalakiya xwe domandin.
Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windayan, li Qada Galatasarayê kom bûn û ji bo Îbrahîm Demîr (36) û Egît Akîpa yên ku piştî hatin binçavkirin bi êşkenceyê hatin qetilkirin, edalet xwestin.
Daxuyanî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hatî qetilkirin, Masîde Ocak ve hate xwendin.

