Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin
Rojane

DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê Rêber Apo bibe xwedî mercên azad ên karkirinê û jiyanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan civîneke çapemeniyê lidar xist.

Ayşegul Dogan salvegerên komkujiya Qamişlo, Gazî û darbeya 12ê Adarê bi bîr xist û kesên di van pêvajoyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Ayşegul Dogan rojnameger Nazim Babaoglu ku hatibû windakirin di 32emîn salvegerê windakirina xwe de ew bi bîr anî, got ku hê jî aqubeta Nazim Babaoglu nehatiye ronîkirin, kujer nehatinê cezakirin û da zanîn ku ew ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Ayşegul Dogan, Endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYDê Salih Muslim ku doh jiyana xwe ji dest da jî bi bîr anî û got: “Oxir kirina Salih Muslim êşeke mezin e. Ew şoreşgerekî kedkar bû. Di şert û mercên dijwar de xebitî. Her tim li rex gelê xwe bû. Em ser navê partiya xwe di serî de hevjîna wî Ayşe Efendî û gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin. Em ê xwedî mîrateya têkoşîna wî derbikevin.”

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand şerê li Îranê û wiha axivî: “Xetereya şer ew e ku belavî tevahiya herême bibe. Ew şer ne tenê Rojhilata Navîn, lê hemû cîhanê alaqadar dike. Divê ew şer bidawî bibe. Îran rejîmeke zextkar bû. Gelên Rojhilat û Îranê pir zilma vê rejîme dîtin. Lê çareserî bi mudaxaleyên dervê û şer nabe. Çareserî bi têkoşîna hevpar a gelên Rojhilat û Îranê pêkan e. Kurd sed sal in li Rojhilat têkoşîna azadiyê didin. Weke DEM Partî em ji bo Rojhilata Navîn jiyaneke wekhev û azad dixwazin û li dijî mudaxaleyên dervê ne. Têkoşîna me jî ji bo vê yekê ye. Ji bo me çareserî pêkanîna hemû mafên gelên li Rojhilata Navîn e.”

Di derdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji geşedanên li Rojhilata Navîn ne cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê qanûnên pêwîst demildest derbikevin. Şandeya Îmraliyê bi Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî re jî hevdîtin kir. Divê derxistina qanûnan neyê taloqkirin. Me ji berê de jî got beriya cejnê qanûnan derxînin. Lê diyar e hê jî di rojeva Meclîse de derxistina qanûnan tune ye. Em li vir careke din bang dikin; gavên ku ne hewceyê bi derxistinê jî hene. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) pêk bînin û girtiyên siyasî berdin. Çima girtiyên nexweş hê di girtîgehê de ne. Ji bo vê bêedaletiyê bi dawî bikin li benda çi ne? Bi milyonan kes li benda van gavan e. Girtiyên doza Kobanê berdin bila baweriya gel jî were. Lê çima bi israr tevî rapora komîsyonê jî van gavan navejin? Divê hemû girtiyên siyasî ku Dadgeha Mafê Mirovan biryara berdanê daye, demildest bên berdan. Civak li benda gavên şenber in. Doza Stenbolê li dijî demokrasiyê ye. Ew doz dîzaynkirina muxalefetê ye. Divê desthilat dev jî van sepanên li dijî hiqûq û demokrasiyê berde û ji bo demokrasî û hiqûqê gav baveje. Divê Wezîrê Edaletê jî van bêedaletiyan bi dawî bike.”

Ayşegul Dogan tekildarî nûçeyên derbarê çêkirina avahiyê nû yê ji bo şert û mercên baştir ên xebata Rêber Apo, diyar kir ku agahiya wan nîn e û wiha pê dê çû: “Birêz Ocalan tevî di şert û mercên giran ên girtîgehan de jî bi 2 bangan girîng ên pêvajoyê pêş xist. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî heye. Lê mijar ne xaniye. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye û yê ku pêşketina pêvajoyê de berpirsyarî girtî ye. Mijar ew e; Şert û mercên xebata azad ji bo birêz Ocalan dê çawa pêk werin? Hezeke Rêbertiyeke wisa xurt di girava Îmraliyê de nayê ragirtin. Ew yek jî bi derxistina qanûnan pêkan e. Tekildarî xaniyê hatiye çêkirin jî tu agahiya me nîn e. Beriya cejnê şandeya me wê bi birêz Ocalan re hevdîtin bike, heke tiştek wisa hebe em ê ragihînin.”

Ayşegul Dogan derbarê parlementera DEM Partiyê Çiçek Otluya ku ameliyat bibû jî da zanîn ku rewşa Otluyê ber bi başiyê ve diçe. Ayşegul Dogan anî ziman ku bi nêzbûna Newrozê re ew ji aliyekî ve coşa Newrozê ji aliyê din ve jî xemginiya Salih Muslim pêşvazî dikin. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê bi şandeyeke DEM Partiyê re tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin.

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan rojnameger û hevala xwe Dîlan Karaman bi bîr anî û wiha got: “Meclisa me ya Jinan a DEM Partiyê ji bo rêzgirtina mîrateya Dîlan Karaman xwest rapora 5 saziyên jinan ve hatiye amadekirin paş de were kişandin. Malbatê ew bang kir. Em jî vê bangê dikin. Divê komîsyon van bangan guhdar bike û raporê paş de bikşînê. Heta bûyera Dîlanê bi hemû aliye xwe ve derdikeve holê û bêrsûc werin cezakirin, em ê bi baldarî vê pêvajoyê bişopînin. Em careke din hevrêya xwe Dîlan Karaman bi rêzdarî bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

Rêxistina IWA ya Ewropayê bi daxuyaniyekê banga parastina şoreşa jinê ya li Rojava li tevahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin

TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Li başûrê Lubnanê êrîşên beramber dewam dikin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Duşemê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?