Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê got: ‘’4’ê Mijdarê roja desteserkirina şaredariyên me yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ye. Heman 4’ê Mijdara sala 2016’an roja binçavkirin û girtina 12 parlamenteran e ku di nava wan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hebûn. Ev dîrok, berdewamiya derswerdana li ser demokrasiyê û zexta sîstematîk a li ser îradeya gel bi bîr dixe.’’
Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev yek hatin gotin:
‘’Pêvajoya Aşitî û civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, roja îroyîn ji bo ku Tirkiye bikeve ser rêya demokratîkbûyînê deriyeke mezin vekiriye. Birêz Ocalan, bi pêşxistina înîsiyatîfeke mezin, li ser bingeha wekheviya gelan hêviya ku Tirkiyeyeke nû pêkan e afirandiye. Pêngavên ku heya roja îroyîn hatine avêtin jî piştgiriyê didin vê hêviyê û di wê biryardariyê de ne. Lê belê aliyê desthilatdariya siyasî di mijara mezinkirin û pêşxistina vê hêviyê de hê jî li ser xeteke girtî û tirsonek e.
Ger em bixwazin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin divê em hemû sepanên antîdemokratîk ên li pêşiya vê yekê diseninin, ji holê rakin. Bêguman yek ji van jî domandina desterkirina şaredariyan e. Ev yek tunehesibandina demokrasiyê ye. Divê ev tunehesibandin tavilê were bidawîkirin.
Bi vê wesîleyê em dixwazin bibêjin ku em roja 4’ê Mijdarê li ser navê xurtbûna jidiliyê ya serdemek nû weke derfetekê dibînin. Bendewariya me û ya gel ew e ku qeyûmên ku hatine tayînkirin werin vekişandin û kesên hatine hilbijartin werin ser erkên xwe. Li gel vê yekê azadiya girtiyên siyasî û serbestberdana wan jî girêdayî demokrasiyê bendewariya gelan a hevpar e. Aliyê ku vê bendewariyê bi cih bîne, desthilatdariya siyasî ye.
Xurtkirina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya li gel pêngavên niyetbaşiyê û baweriya gel wê li gel avêtina van pêngavan pêk were. Avêtina van pêngavan bes ne hewcehiyeke demokratîkbûyînê ye di heman demê de temînata pêkvejiyana gelan a bi awayekî aşitiyane ye.’’

