Li gorî agahiyên hatine wergirtin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê 6 kes şehîd bûne.
Balafireke bêmirov bi şev derdora di 02:30’an de malekî li gundê Um Hermel ê bajarê Zirgan a Kantona Cizîrê bombebaran kiribû û di encama êrîşê de ji heman 3 kes hatibûn qetilkirin. Di vê êrîşê de 8 kes birîndar bûn ku rewşa hin ji wan giran in.