În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dûtaxê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Divê ji bo çûyîna Îmraliyê rêya rojnamevanan were vekirin
Rojane

DFG: Divê ji bo çûyîna Îmraliyê rêya rojnamevanan were vekirin

DFG’ê rapora xwe ya meha Tîrmehê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanan, ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Tîrmeha 2025’an aşkera kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re hêviya demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê dîsa zindî bûne.

Di rapora xwe de DFG’ê wiha got: “Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên pê re rû dane, hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir. Azadiya çapemeniyê di welatekê de ji bo rewşa demokrasiyê diyar bike, ji mijarên herî girîng yek e. Lê belê li Tirkiyeya ku demokratîkbûn tê axaftin, êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî, bi zêdebûnê berdewam kirine.  

Di meha Tîrmehê de jî rojnamevan ji ber rojnamevantî kirin, hatin binçavkirin, ji ber birîna daran, nelirêtiyan kirin nûçe û ji ber hempîşeyên xwe bi bîr anîn, der barê rojnemevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di meha Tîrmehê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin. Fûrkan Karabay hêj îdianame jî ne di holê de ye, bi awayeke derveyî hiqûqî hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ercument Akdenîz ê di meha Sibatê ve girtî ye, tevî ku di danişîna ewilê de tu delîl nîn in, ji ber ‘şahid’ nehatin guhdarkirin, nehate berdan. Di roja dawî ya meha Hezîranê de desthilat piştgirî da êrişên li dijî Kovara Lemanê û pênc xebatkarên Lemanê dan girtin, derbarê kovarê de, biryara komkirinê da û lêpirsîna aborî da destpêkirin.

Di meha Tîrmehê de ji 30 dosyeyan, darizandina 84 rojnamevanan hatiye berdewamkirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamevanên jê tên darizandin û ev 13 sal e berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCK’ê ye. Ev doz ev 13 sal e di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de, weke nîgareke reş, disekine. Der barê 6 rojnemevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsînek veguhezî dozê. Der barê 8 rojnamevanan de 8 sal û 4 meh û 25 roj ceza û 40.500 lîre cezayê îdarî yê pere hate birîn.

Di meha Tîrmehê de jî sansur berdewam kir, biryarên RTUK’ê yên derveyî demokratîkbûnê, bû amûreke gefxwarinê. RTUK’ê der barê kanalekê de 10, der barê kanalekê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê da, der barê 2 kanalan de jî cezayê pereyan birî. Di meha Tîrmehê de 45 malperên înternetê hatin girtin, der barê 10 nûçeyan û der barê 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn.

Agahiyên ku me li jorê parve kirine, ji daneyan bêhtir nîşaneya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo hêviyên aştiyê bigihin serkeftinê, divê hemû astengiyên li pêşiya çapemeniya azad demildest werin rakirin. Qanûnên sansurê yên li pêşiya çapemeniya azad, Qanûna Sîxûrtiya Bandorê divê were rakirin. Divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTK’a bûne amûreke cezakirinê yên AKP’ê, veguhezin avabûnên demokratîk. Bi qasî ku ev daxwazên me hatin bersivandin hem dê di hêla azadiya çapemeniyê bi pêş bikev hem jî dê ev yek hêz bide demokratîkbûna Tirkiyeyê.

Em piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Devlet Bahçelî daye destpêkirin û bi gavên şênber ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş dikeve. Ji bo ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Abdullah Ocalan re, divê demildest werin rakirin. Rojnamevan neynika civakê ne û ji bo ev pêvajo bi gel re were ba hev, rola rojnamevanan di girîngiya jiyanî de ye. Li ser vê esasê, êm ê parastina rojnamevantiyê û avakirina civaka demokratîk de di rola pêşengtiyê bidomînin.”

DFG’ê di rapora xwe de diyar kir ku di vê mehê de 8 rojnameger hatine binçavkirin, 5 rojnameger hatine girtin, li rojnamegerekî êşkence û miameleya nebaş hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin, 2 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin, li girtîgehan mafên 6 rojnamegeran hatine binpêkirin, der heqwê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li rojnamegerekî doz hatiye vekirin, li 7 rojnamegeran bi giştî 8 sal û 4 meh û 25 roj cezayê hefsê û 40 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye birîn, 84 rojnameger di 30 danişînan de hatin darizandin. DFG’ê da zanîn ku niha 34 rojnameger (Ji 3’yê Tîrmehê heta niha) girtî ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîşî nuqteyên QSD’ê kir
Nûçeya Pişt re Serokê ICRC’ê: Li Siwêdayê rewşa mirovî pir xirab e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

Êzidiyên li Ewropayê wê 10'ê Gulanê li Elmanyayê bi navê 'Şahiya Çanda Êzidxanê' şahiyeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara binçavkiriyan bû 20

Di serdegirtinên li ser malên endamên ESP, SKM, SGDF û BEKSAV de hejmara binçavkiriyan derket…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê em li dijî zaliman dengê xwe bilind bikin’

Di axaftinên di Konferansa Îslama Demokratîk de hatin kirin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?