Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de jina bi navê Çinur Ebasî li bajarê Dêhgulan, Ferzane Sadiqî û Îlham Salarî jî li Xurem Abad hatine qetilkirin.
Li gorî heman rêxistinê di nava 8 rojên borî de jinên bi navê Mehtab Fetahî, Aydîn Pursifend, Soma Biradostî, Ewîn Ebulezîzî û Semîra Muîn neçarî xwekuştinê hatine kirin.
Sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.