Di êrîş û topbarana hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de kesên birîndar bûn ev in: Aydil Elî (8), bav Henan Ebdulhemîd (20), Dîcle Osman Omer (34), Doxan Elo (18) û Ebdulhemîd Îslamîl (48).
Di demeke ku pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî de li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diqewimin de malên sivîlan jî bi çekên giran têne bombebaran kirin.

