Parastina Sivîl a li Şerîda Xezeyê diyar kir ku roja Sêşemê artêşa Îsraîlê êriş bir ser kampeke penaberan a li Şerîda Xezeyê û di encamê de ji malbata lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatin kuştin.
Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal got, “Hin şehîd hîn jî di binê enqazê de ne.” Basal got, Zahr Haniye xwişka lîderê Hamasê jî yek ji wan kesan e ku hatin kuştin.