Meclîsên Dayikên Aştiyê li gelek bajaran bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de metneke hevpar hate xwendin û tê de hate xwestin ku ji bo Rêber Apo “Mafê Hêviyê” bi cih bê anîn.
Her wiha hate gotin, “Yek ji hîmên bingehîn ên aştî û civaka demokratîk civakîbûna aştiyê ye. Weke Dayikên Aştiyê em ji bo paşeroj û wijdanê civaka xwe bi hêvî ne ku salên dûr û dirêj di nava lêgerîna maf de ne. Bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan em careke din dixwazin bi bîr bixin: Mafê hêviyê yê her şexsekî heye. Ev maf şertê pêşî yê xurtkirina civakê bi edalet û aştiyê ye.
Binpêkirina ‘Mafê Hêviyê’ di nava civakeke demokratîk de jiyana bi rengê aştiyane, edalet û bi hev re, avakirina çanda jiyana bi hev re yekser asteng dike. Heta ku maf û azadî neyên misogerkirin, mirov nikare qala aştiyeke demdirêj bikin.”
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku astengkirina mafê hêviyê binpêkirineke cidî ye û bang li dewletê hate kirin ku mafê hêviyê bi cih bîne.”
AMED
Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîneke çapemeniyê lidar xist. Dayika Aştiyê Havva Kiran axivî û destnîşan kir ku divê Kurd bibin yek û bi vî rengî daxwaza aştiyê bikin.
Havva Kiran bang li dayikên leşker û polîsan kir û got, “Aştî ji aliyê dayikan ve dikare bê avakirin. Bila li gel me ji bo aştiyê têbikoşin. Aştî ji nan û avê bêhtir hêja ye, lewma em bi hev re aştiyê ava bikin.”
Ji Dayikên Aştiyê Nezahat Teke jî ji dewletê xwest, ku tavilê gavê biavêje û got, “Em dayik aştiyê dixwazin. Heta ku aştiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
ÊLIH
Meclîsa Dayikên Aştiyê li şaxê Êlihê yê ÎHD’ê civîna çapemeniyê lidar xist. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek daxuyanî da, bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û ji desthilatdariyê xwest, ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Kamîle Şîmşek got, “Serok Apo ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Li gel vê yekê PKK’ê jî ya pêwîst kir. Li gel vê jî dewlet çima ya pêwîst nake.”
Şukran Sîncar jî anî ziman ku divê hewldanên aştiyê yên Rêber Apo ji dest neyên berdan û got, “Em dixwazin bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Ne li Îmraliyê lê li meclîsê em dixwazin vê hevdîtinê bikin. Bila Serok Apo bînin meclîsê. Bi hatina wî re wê dawî li mirina mirovan bê.”
ŞIRNEX
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê li şaxê Şirnexê yê ÎHD’ê li Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Behiye Nayir daxuyanî da û got, “Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Dayika Aştiyê Nebîha Akay jî destnîşan kir ku bêyî azadiya Rêber Apo aştiyeke rasteqîn pêk nayê.
RIHA
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li avahiya Şaxê Rihayê ya ÎHD’ê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Adalet Çay daxuyanî da û got, “Em dixwazin dawî li rijandina rondikên çavên dayikan bê.”
STENBOL
Dayikên Aştiyê yên li Stenbolê li avahiya Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Rewşan Doner ragihand ku aştiyeke mayinde bi azadiyê dibe û xwest, biryara mafê hêviyê ji bo Rêber Apo bi cih bê anîn.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

