Rêze dokûmantera “Ji Qirkirinê ber bi jiyana azad ve-Vejîna Kurd” di şexsê têkoşîna bê navber a Tevgera Azadiyê ya Kurd de hişê dîrokî yê Kurdan, bîranîna demê, xwedîderketina li bîranîna û jinûve yekbûyîna heqîqetê dişopîne.
Beşên nû yên dokûmanterê ku bi keda hevpar a xebatkarên Komuna Dokûmanterê ya Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin, di bin sernavê Vejîna Kurd de tên weşandin. Beşa 34’emîn a sezona duyemîn ku wê vê hefteyê bê weşandin, gigraniyê dide ser rêxistinkirina gel a Rêber Apo li Sûriye û Rojava.
Rêber Apo di şeva Yekşemê ya 1’ê Tîrmeha 1979’an de li gel hevrêyê xwe Ethem Akçam tê Sûriyeyê. Piştre jî li Kobanê meşa şoreşê dide destpêkirin: Pêvajoya veguherîna çepereke girîng a têkoşînê ya Rojavayê Kurdistanê, serhildana gel a Rojava, pîrozbahiyên bi wêrekî yên cejna Newrozê, têkoşîna gel a li bin sîwanê ERNK’ê, xwedîderketina gel û ciwanên zanîngehê yên Rojava li Tevgera Azadiyê ya Kurd di dokûmanterê de têne nîşandan.
Bi vî rengî di vê beşê de em ê bibînin bê têkilî û hezkirina gelê Rojava ya ji Rêber Apo çawa afirî. Her wiha em ê lê temaşe bikin bê çawa bi hezaran ciwanên Rojava hatin perwerdekirin û veguherîn şervanan, çawa ji têkoşîna li Kurdistanê re amade bûn û ev yek ji bo Rojava bû rojeke nû, pêngaveke nû, destpêkeke nû.
Her wiha em ê şahidiyê ji wê yekê re bikin ku Akademiya Mahsûm Korkmaz a ku weke Qada Rêbertî tê zanîn ne tenê cihekî perwerdekirin û zanekirina kadroyan e; di heman demê de ji bo naskirina partiyê ji aliyê gel û tevlîbûna li nava
têkoşînê gelekî kêrhatî ye.
Em ê bibînin bê çawa ji Lubnan, Sûriye û Rojava gelek mirov çûn Qada Rêbertî, hewl dan Rêber Apo, partiyê bibînin, fêhm bikin, wê demê gelê xwe gihand qada Rêbertî ji aliyê Rêber Apo bi xwe ve hate pêşwazîkirin, ji gel re qala armancên partiyê dikir. Em ê bibînin ku gelê Rojava dema Rêber Apo û têkoşîna partiyê nas kir, têkiliya xwe ya bi partiyê re ji dostaniyê wêdetir veguherand hîmê esasî yê têkoşînê.
Em ê bibînin ku Rêber Apo ne tenê rêbertî ji şoreşeke siyasî re kir; li gel têkoşîna gerîla û PKK’ê çandek di jiyana gel de ava kir û di nava têkiliyên rojane û pratîka jiyanê de şoreş afirand.
Di vê beşê de em ê baştir fêhm bikin ku beşa herî zêde Rêber Apo nas dike gelê Rojava ye û rêya fêhmkirina Şoreşa Rojava fêhmkirina keda bîst salan a Rêber Apo ya li Rojava ye.
Di vê beşa dokûmanterê de wê Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Hediye Yûsif û Aldar Xelîl, Endama Komîteya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Eyşe Efendî û ji kadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurd Xalîde Engîzek, Narîn Efrîn, Bahoz Erdal û Mûrat Karayilan qala wê demê bikin.
Beşa Rojava û Qada Rêbertî ya dokûmnterê bi Kurdî wê 25’ê Adarê êvara Çarşemê li Stêrk TV bê weşandin. Versiyona wê ya Tirkî jî wê 27’ê Adarê êvara Înê bi dema Ewropayê saet di 19:00 de, bi dema Amedê jî saet di 20:00 de li Medya Haber TV bê weşandin.
Beşên dokûmanterê yên heta niha hatine weşandin li ser navnîşanên înternet û telegramê dikarin bêne temaşekirin.

