Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!
Rojane

Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

Parlamenter li ser peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk bi vê peyamê re bêhtir şênber bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hate destpêkirin, bûyerên dîrokî diqewimin. Piştî banga ku 27’ê Sibatê ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ji Girtîgeha Îmraliyê banga duyemîn bi raya giştî re hate parvekirin. Di dema bangê de Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî hebûn.

Rêber Apo di peyama bi dîmen de anî ziman ku PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Rêber Apo işaret bi komîsyona li meclîsê bê avakirin kir û diyar kir ku divê her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Parlamenterên DEM Partiyê ragihandin ku peyam dîrokî ye û divê ji aliyê pratîkê ve kar bi lez bêne kirin û komîsyona li meclîsê tavilê bê avakirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand ku peyam dîrokî ye, ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê girîng e û wê deng vede.

Beştaş got, “Beriya her tiştî gelekî bi wate ye ku me fikir, pêşniyar û nexşerêya wî ji wî bihîst. Bi vê peyamê re hestiyariya li herêmê wê hîn şênber bibe” û pêvajo weke pêşketineke cihê kelecanê pênase kir.

Beştaş diyar kir ku derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk wê bi vê peyamê re hîn şênber bibe û destnîşan kir ku ev yek wê paşerojê ronî bike. Beştaş ragihand ku bang xwedî biryardarî û îradeyeke şênber e û peyameke xurt dide hemû beşên civakê.

‘DEM HATIYE KU BAWERÎ DI PRATÎKÊ DE BÊ NÎŞANDAN’

Beştaş işaret bi girîngiya komîsyona li meclîsê bê avakirin, kir û got, gavên ji bo pêvajoya çareseriyê divê bê şert di pratîkê de bêne avêtin.

Di dawiya axaftina xwe de Beştaş bang li gelên Tirkiyeyê kir û got, “Em îro ji doh bêhtir li pêş in. Em dikarin paşeroja xwe bi hev re ava bikin. Bi sekna li gel hev em dikarin aştiyê ava bikin, civakeke demokratîk bi hev re ava bikin û şert û mercên jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin. Rê vekirî ye. Niha dema mezinkirina têkoşînê, zêdekirina hewldanê û bicihanîna baweriyê di pratîkê de ye.”

‘EM KETIN DEMEKE WELÊ KU PIRSGIRÊK LI SER ZEMÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ NÎQAŞKIRIN’

Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Tuştu Tîryakî jî anî ziman ku bi serdana heyeta Îmraliyê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye.

Tîryakî destnîşan kir ku piştî 26 salan temaşekirina li dîmenê Rêber Apo ji bo aştiya herêmê dîrokî ye û got, “Ji şer wêdetir em êdî derbasî nava demekê bûn ku pirsgirêk li ser zemînê siyaseta demokratîk bêne nîqaşkirin.”

Tîryakî ragihand ku ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe divê desthilatdariya siyasî wezîfeyên xwe bi cih bîne û bi bîr xist ku PKK’ê xwe fesix kir, dawî li têkoşîna çekdarî anî û got, “Ji bo berdana mirovên ku bi hinceta propaganda an jî endametiya PKK’ê hatin girtin û hîn jî girtî ne, divê rêbazên guncaw bêne peydakirin.”

‘EM JI ASTA HEYÎ BI HÊVÎ NE’

Tîryakî anî ziman ku divê ji bo vegera gerîlayên PKK’ê li welêt zemîneke qanûnî bê avakirin, ji bo vegera bi deh hezaran mirovên li sirgûnê derfet bêne afirandin.

Tîryakî destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd li gorî mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqa gerdûnî, li ser bingeha welatîbûna wekhev, bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got, “Em ji vê pêvajoyê, ji qonaxa heyî bi hêvî ne. Bêguman pirsgirêk hene ku divê bêne çareserkirin û hêviya xwe ji dest nadin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku aştî û aramî ji gelan re bê.”

https://anfkurdi.com/rojane/ji-reber-apo-banga-diroki-199291

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ew, ji bo gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê’
Nûçeya Pişt re Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

Şêx Seîd û hevalên wî di sala 100’an a darvekirina xwe de li cihê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama PJAK’ê ya bi boneya Cejna Qurbanê

Komîteya Dîn û Baweriyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya Cejna Qurbanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên Fîlîstînî wê bên şandina Katar û Tirkiyeyê!

Hat ragihandin ku Katar û Tirkiyeyê peymanek têkildarî berdana girtiyên Fîlîstînî û hatina welatên wan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welatparêz Meşo Hesen koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çekdarên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê avêtin ser malan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?