Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê (SMO) li ser bendava Tişrînê bi rojan e didome. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî çeteyan dest bi pêngava paqijkirinê kirin û gundê Qişlê ji çeteyan hat paqijkirin.
Di dîmenên herî dawî yên herêma ku ev 15 roj in berxwedan lê didome, pevçûnên li gundê Qişle tên nîşandan. Di dîmenan de ji bilî dengê çekên giran dengê çekên ferdî jî tê bihîstin. Şervanê Meclîsa Leşkerî diyar kir ku çete berê li gund bi cih bûne, lê şervanan gund ji çeteyan standin.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê anî ziman ku şervanan bi ruhekî fedaî çalakî li dar xistin û wiha got: “Niha hevalên me di nava şer de ne, bi fedaî li ber xwe didin. Hevalan niha gelek cihên gund girtine. Bila kes nefikire ku hêza me tune. Em ê ti carî destûrê nedin ku çete van cihan bi dest bixin.”