Hem Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo, hem jî komunên ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de weke rizgariya mirovahiyê destnîşan dike, di herikîna dîrokê de her tim bûye qadên herî girîng û biçûk ên rêxistinbûnê yên hevpariya mirovahiyê û jiyana hevpar. Taybetmendiya herî girîng a ku komunan ji şêweyên din ên rêxistiniyê cuda dike ew e ku qadeke welê ye; di nava jiyana rojane de her kes dikare xwe li nav îfade bike û fikrên xwe eşkere bike.
Rêxistiniya komunê ku di dîrokê de gelek caran hate ceribandin, bi taybetî jî hîmên bingehîn ên rêxistiniyên sosyalîst ava kir, ji şaşitiyên xwe ders girt û xwe jinûve bi rêxistin dike. Sedema herî girîng a vê jî ew e ku komun bi esasî jiyan bi xwe ye, rêbaza herî bingehîn û herî rast a rêxistiniyê ye.
Komun ku bi daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo ji nû ve kete rojevê, alternatîfeke sîstema kapîtalîst û feraseta demokrasiya lîberal e. Di nava sîstema heyî ya cîhanê de weke yekane rêya rizgariyê derdikeve pêşberî gelan.
KOMUN DEMA KU BI RENGEKÎ RAST HATE BIRÊXISTINKIRIN DIKARE SOSYALÎZMÊ AVA BIKE
Komun gava ku bi rengekî rast hate birêxistin û di nava sîstemeke rast de cihê xwe dît, hingî di têkoşîna avakirina sosyalîzmê de wê bibe qonaxeke girîng. Ji bo vê jî pêwîstî bi wê yekê heye ku rabirdû baş bê fêhmkirin û pênasekirin. Eger li gorî paradîgmaya nû ya Rêber Apo û mercên ku di ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de hatine diyarkirin nêzîkatî bê nîşandan, rêxistiniyeke komunê wê bibe gava herî girîng ku gelan bigihîne sosyalîzmê.
Feraseta çep a klasîk û avaniyên ku di reel sosyalîzmê de israr dikirin, komun tenê weke modeleke rêxistiniyê ya aborî dîtin, ku ev yek şaşitiya wan herî mezin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xwe ji vê nêzîkatiyê her tim da alî û bi taybetî di salên 1990’î de li girtîgehan bi pêvajoya komunbûyînê re raxist pêş çavan, bê jiyana rojane li girtîgehan çawa dikare bê birêxistinkirin, kadro û welatparêzên li wê derê çawa divê bijîn; bi van ceribandinan rêbazeke rast afirandin.
KOMUN ÇI YE, ÇI NÎNE?
Avaniya dewletê di nava dîrokê de her tim li cihekî welê bû ku êrîşî her tiştên mirovan dikir, ew ji bo jiyana xwe diguhert û asîmîle dikir. Rêber Apo dîrok ji komunan da destpêkirin û bi vî rengî bersiv da van hewldanên asîmîle û tinekirinê. Ji ber ku teoriya ku dîrokê weke dîroka şerê çînan, dîroka hewldana çînan a ji bo bidestxistina dewletê nîşan dide, ew nêzîkatî ye ku dewlet xwe mutleq dibîne û dîrokê ji xwe dide destpêkirin.
Ji ber vê yekê dewletê civaka berê xwe ‘paşmayî’ pênase kir, ew neçê dît û ew dem weke ‘dema dûrî şaristaniyê’ pênase kir. Ev pênase ne tenê ji aliyê rêveberên dewletê ve hate kirin, her wiha ji aliyê wê feraseta sosyalîst ve jî hate bilêvkirin ku xwe weke alternatîfê pênase dike. Sedema esasî ya vê yekê jî ew e ku her sîstema fikrî rêvebirina dewletê ji xwe re dike armanc.
Nêzîkatiya ku dewletê ji xwe re dike armanca bingehîn a têkoşînê û bidestxistina desthilatdariyê jî ji xwe re weke desetketiyekê dibîne destpêkê weke nêzîkatiyeke rast bê dîtin jî yekane tişta ji pratîkê derbasbûyî hate fêhmkirin ew e ku yên desthilatdarî bi dest xistin, hewl dan li gorî sîstema xwe ya fikrî civakê bike civakeke yekreng û yek tîp.
Desthilatdarî, dewlet di destê kê de be, ew fikir û îdeolojiya xwe li ser civakê ferz dike. Ev ferzkirin û hewldana yektîpkirinê ku di xwezaya dewletê de heye, bi îdîaya zadkirina civakê destpêkiribe jî di encama nêzîkatiyên îdeolojîk hemûyan de vegûherî sîstemeke totalîter.
KOMUN JI BER KU ALTERNATÎFA DEWLETÊ YE, NEBAŞ HETA NÎŞANDAN
Lewma dewletan hewl dan her çareserî û her nêzîkatiya ku alternatîfa hikumdariya wan e tine bikin yan jî di nava xwe de bihelînin. Herî zêde jî têgeha ‘komun’ nebaş nîaşn da. Bi israr hewl da komunê weke dema paşmayî pênase bike. Sedema herî mezin a vê yekê jî ew e ku dixwaze komunê tine bike, ji ber ku qadeke rêxistiniyê ya her beşa civakê ye.
Komun ji aliyê sîstemê ve weke ‘şêweyekî rêxistinî yê komeke girtî’ hate pênasekirin; civakên hewl didin weke sedema destpêkê ya mirovahiyê bijîn weke mînaka komunan hate nîşandan. Her wiha komun li cihekî din jî weke “jiyana hevpar, hevparebûna kesên xwedî heman fikrî” hate pênasekirin. Ya rast xefika herî mezin a di nava vê pênaseyê de gotina, “Heman fikir, kesên xwedî heman fikrî” ye. Ji ber ku ev pênase di nava civakê de dikare cudabûnê jinûve biafirîne. Hin saziyên niha di nava sîstemê de hene (mînak; komeleya patronan, komeleya karkeran û hwd.) mînakên şênber ên vê yekê ne.
Rêxistiniyeke komunê ya ku bi çîn û beşan hatiye dabeşkirin, di nava sîstemeke sosyalîst jî de be cihêkariyê bi xwe re tîne; her wiha ‘rêxistiniya kast’an bi xwe re tîne ku Rêber Apo demeke dirêj e rexne dike. Pratîkên sosyalîst ên ku bi van nêzîkatiyan tevgeriyan Îro di asta tinebûnê de ne.
Komun ji aliyê têgehê ve ji gotina ‘communis’ a bi Latînî û ji gotina ‘kom’ a bi zimanên Aryen hatiye û tê wateya ‘civakê’. Komun û komunalîte vegotina jiyaneke hevpar e. Di vir de bi esasî sîstemeke welê ye ku dûrî dewletperestiyê ye, bêyî kast û çîna rêveberan civak li gorî pêwîstiyên xwe, xwe li bi rêxistin dike, her kes li gorî hunera xwe tevlî nava jiyanê dibe.
Lê belê weke ku me li jorê destnîşan kir, dewlet her alternatîfa xwe nebaş nîşan dide, ev yek jî ji gotin û têgehan destpê kiriye.
HEVPAREBÛNA HER KESÎ VENAHEWÎNE KOMUN NÎNE
Hevparebûn eger her beşa civakê venahewîne yan jî li ser avaniyên cihêkar ava bûye, hilweşînê bi xwe re tîne. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn a rêxistiniyên komunê yên li ser cihêkariyê ava bûne ew ku berevajî pîvana ‘Ne li gorî piraniya, lê li gorî lihevkirina civakî’ ye, yanî dijberê wê pîvanê ye, ku Rêber Apo ev pîvan weke yek ji pîvanên bingehîn ên feraseta ‘Demokrasiya Muzakereyê’ pênase kir, ku sîstemek derbasbûna li sosyalîzmê ye.
Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de rêxistiniya komunê avaniyeke welê ye ku ne tenê ji aliyê mirovên ji heman fikrî ve hatiye pejriandin; her kes dikare fikrê xwe bîne ziman, bêyî zextek lê bê kirin fikrên xwe bilêv bike û nîqaş bike. Lewma ji rêxistiniyên reel sosyalîst cudatir komun bi fermanên ji jorê yan jî tayînkirina ‘rêveberekî’ bi rê ve naçe; ji aliyê hêzên eslî yên qadê ve tê birêxistinkirin û birêvebirin.
Rêber Apo sala 2010’an di hevdîtinekê de li ser rêxistiniya komunê ev tespît kiribû:
“Birêxistinkirina gel a ji qada herî jêr ber bi qada herî jor a bi rêbaza komunan divê paradîgmaya me ya bingehîn be. Ev yek divê bibe şêweyê çareseriyên pratîkî ji bo pirsgirêkên rojane. Em tenê bi vî rengî dikarin sosyalîzmê bixin meriyetê. Komuna Parîsê destpêkeke nû bû, lê belê baş nehat fêhmkirin. Eger bi ser ketibûya sosyalîzma ku Marx dixwest, dikarîbû pêk bihata. Lê belê dawiya wan bû ew feraset ku avabûna sosyalîzmê tenê bi alîkariya dewletê ve girê dide. Lê belê dewlet nikare sosyalîst bibe; tenê civak dikare sosyalîst bibe.”
DI HERIKÎNA DÎROKÊ DE RÊXISTINIYÊN KOMUNAN
Rêber Apo di manîfestoya xwe ya dawî de anî ziman ku dîroka mirovahiyê divê ne bi şerê çînan bê dîtin, lê bi şerê navber dewlet û komunan bê nirxandin. Her wiha naî ziman ku rêxistiniya komunan digihêje heta demên destpêkê yên dîroka mirovahiyê. Ev pênase û têgeh di nava raya giştî de gelekî hate nîqaşkirin û hîn jî tê nîqaşkirin.
Dîroka mirovahiyê dîroka komunan û dîroka têkoşîna desthilatdariyê ya li dijî komunan e. Di encama van pêvajoyên têkoşînê de mirovahiyê amûra dewletê, çîna rêveber û amûra zordariyê ya vê çînê nas kir. Yên ku ji bo berjewendiyên xwe bi zordarî civak bi rê ve birin, hewl dan dîroka mirovahiyê jî li gorî xwe jinûve ava bikin. Lê belê li hemberî hewldanên tinekirin, asîmîlekirin û nebaşkirinê yên rêveberên amûra dewletê; tecrûbeyên komunê di her dema dîrokê de ji xwe re kirin armanc ku bibin hêvî ji civakan re û ji bo mirovahiyê bûn alternatîfek.
Rojhilata Navîn li gel ku di vê serdemê de hewl tê dayin ji civakan bê xalîkirin, ji aliyê tevgerên komun û raperînên komunalîst ve xwedî gelek mînakên girîng e. Ji van a destpêkê jî Raperîna Mazdek û kevneşopiya wî ye. Felsefeya ku Mazdek afirand, ji bo avaniyên komunalîst ên piştre ava bûn, veguherî sparteyeke bingehîn û hîn jî rojane ye. Li gel vê yekê gelek avaniyên çandî û olî yên li Rojhilata Navîn, berevajî elîtên desthilatdariyê bi rêxistiniya xwe ya xweser jiyana xwe dewam kirin, hewl dan li ber xwe bidin; lê belê yên li hemberî wan ji bo van tecrûbeyan tine bikin timî zilm û zordarî kirin. Weke Raperîn Mazdek, Tevgera Hûrûfiyan jî yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye û bandora wê hîn jî li Kkurdistanê, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn dewam dike.
Li gorî felsefeya Mazdek, “Mal û milk divê bi hevparî bêne parvekirin, di navbera jin û mêr de divê wekhevî hebe, mirov li ser hev nebin desthilatdar.” Li gel vê yekê civaka Hûrûfî jî bûyer li ser bingeha xwezayê ji xwe re kir esas; li gel mirovan her wiha temamiya xwezayê jî ji xwe re weke xwişk û bira dîtin.
Lê belê kevneşopiya Hûrûfî û Raperîna Mazdek bi rengekî giran û kujer hatin tepisandin. Hûrûfî neçar man li erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bibin û xwe veşêrin.
Raperînên Şêx Bedreddîn, Oglan Şêx Îsmaîl Maşûkî û Kalenderiyan ên piştre rû dan, divê bi heman nêrîna komunalîst bêne nirxandin. Ji ber ku li vê erdnîgariyê her tevgera ku li hemberî erka dewletê û çînên rêveber hatin destpêkirin, teqez xwedî nêrîneke komunalîst in.
Ne tenê li Rojhilata Navîn li her devera cîhanê û di her demên cuda de karker û bindestan komun tecrûbe kirin; hewl dan bi van tecrûbeyan xwe bi rêxistin bikin û jiyaneke hevpar ava bikin.
Lê belê li her devera cîhanê, yek ji kêmasiyên herî mezin ên tecrûbeyên komunan ew bû ku li gel armanca xwe ya avakirina jiyana hevpar, amûra dewletê ya li hemberî xwe biçûk dîtin. Li şûna ku li qadeke xwe ya biçûk sîstemeke nû ya alternatîfê desthilatdarî û sîstemê ava bike, hewl dan di çarçoveya sînorên ku wê diyar kirine û têgehên wê de komunekê ava bike, ku dawiya wê jî têkçûn bû.
Têkçûna Komuna Parîsê, tecrûbeyên Sowyetê, tecrûbeyên komunan ên li Meksîka, Latîn Emerîka, Efrîkayê ji ber wê yekê bû ku armanca avakirina jiyaneke bêdewlet baş tênegihiştin. Feraseta avakirina dewletê li dijî dewletê, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşketina komunê bû.
Tecrûbeyên komunê ku di nava civakên Îslamî û civakên din ên li Rojhilata Navîn de gelekî hatin dîtin, bi israr nebaş hatin nîşandan. Mînaka herî şenber a vê yekê jî ew e ku di nava civakên Îslamê de civakên li derveyî otorîteya serwer diman weke ‘zindik’, ‘mulhid’ an jî ‘kafir’ hatin pênasekirin.
HIN JI TECRÛBEYÊN KOMUNAN ÊN DI DÎROKÊ DE HATIN DÎTIN Û QEDIYAN
Karmatî – Rojhilata Navîn
Hûrûfî – Îran- Mezopotamya
Tevgera Şêx Bedreddîn
Tevgera Îsmaîl Maşûkî
Komuna Parîsê
Tecrûbeya Kanton – Spanya
Komara Istranca – Împaratoriya Osmanî
Raperîna Magonista – Meksîka
Morelos Commune – Meksîka
Komara Sowyet a Naissaar – Estonya
Komara Sowyet a Odessa – Ûkrayna
Mahnovşçina – Ûkrayna
Komara Sowyet a Bremenê – Elmanya
Komara Sowyetê ya Bavyera – Elmanya
Komara Sowyetê ya Limerick – Îrlanda
Patagonia Rebelte – Arjantîn
Raperîna Tambovê – Rûsya
Raperîna Kronstadtê – Rûsya
Guangzhou City Commune – Çîn
Shinmin Prefecture – Çîn
Şoreşa Katalonyayê – Spanya
Sovereign Council of Asturias and Leon – Spanya
Konfederasyona Kedê ya Neteweyî – Spanya
Komara Gel a Koreyê – Koreya Bakur
Saigon Commune – Vîetnam
Komuna Gel a Şangayê – Çîn
Argentinian Horizontalidad – Arjantîn
Oaxaca City – Meksîka
Symphony Way – Komara Efrîkaya Başûr
15M Movement – Spanya
Komuna Parka Gezî – Tirkiye
Herêma Xweser a Capitol Hill – Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê

