Jagland, di navbera salên 1996-1997’an de serokwezîrî kiriye, her wiha serokatiya Komîteya Nobelê ya Norvecê û sekreteriya giştî ya Konseya Ewropayê kiriye.
Li gorî çapemeniya Norvecê, di belgeyên nû yên Epstein de derketiye holê ku Jagland ji Epstein daxwaza temînata xaniyekî kiriye; têkildarî encama daxwazê agahiyeke zelal nîne.
Her wiha li gorî belgeyan, Jagland di salên 2015 û 2018’an de li malên Epstein ên li bajarên Parîs û New Yorkê maye û di sala 2014’an de jî malbatê plan kiriye ku biçe girava taybet a Epstein lê belê piştre ev seredan hatiye betalkirin.
Jangland hê nehatiye sûcdarkirin; di çarçoveya lêpirsînê de tê lêkolînkirin ku berjewendiyeke bêgerew heye yan na.
Jagland, beriya niha ji çapemeniyê re diyar kiribû ku têkiliya wî ya bi Epstein re ‘’têkiliyeke dîplomatîk e’’ lê belê piştre anîbû ziman ku ev nirxandineke şaş e.
Her wiha li Fransayê jî piştî belgeyên Epstein zexta lêpirsîna derheqê Wezîrê Çandê yê berê Jack Lang de zêde dibe.
Navê Jack Land û axaftinên wî yên bi keça wî Caroline Lang Epstein re di belgeyan de derbas dibin. Lang, diyar kir ku wî Epstein bi sûcên zayendî nas nekiriye, hevdîtinên wan di çarçoveya ‘’çand û hunerê’’ de bûne û haya wî ji sûcên Epstein nebûye. Tevî ku navê wî di gelek belgeyan de derbas dibe û diyar e di navbera wan têkiliyeke xurt heye jî hê jî lêpirsîneke fermî nehatiye destpêkirin.

