Rûniştina duyemîn a doza li dijî hevserokê berê yê HDP’ê yê bajarê Îzmîrê Çinar Altan ku bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ hate destpêkirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. Çinar Altan ê ku negirtî tê darizandin û parêzerên wî tevlî rûniştinê bûn. Her wiha rêveberên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) jî tevlî rûniştinê bûn.
Dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Altan bê birîn.
Altan û parêzeran li dijî mutalaayê daxwaza demekê kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku şahidê nepen ê bi navê kod ‘Dokûz’ tevlî rûniştinê bê kirin. Rûniştin ji bo 28’ê Nîsanê hate taloqkirin.