Sêşem, 25 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulistan Kiliç Koçyîgît, hirgûliyên hevdîtina bi Rêber Apo re parve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mûna Ehmed: Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tundiyê têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ermenistanê tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûnzûr: Jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Kongra Star: Li dijî desthilatdariyê em hêza xwe bikin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Di navbera 1’ê Tîrmehê-24’ê Mijdarê de herî kêm 362 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Elmanya divê toleransê li hember nijadperestiya li dijî Kurdan nîşan nede’
Rojane

‘Elmanya divê toleransê li hember nijadperestiya li dijî Kurdan nîşan nede’

Serokê Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya Li Dijî Kurdan (IAKR) Ciwan Akbulut got ku pêwîst e ev nêrîna ku nijadperestiya li dijî Kurdan ji aliyê dewletê ve tê toleranskirin an jî çavên xwe lê digire were şikandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya Li Dijî Kurdan (Informationsstelle Antikurdischer Rassismus – IAKR) ku sala 2023’an li Elmanyayê hatiye damezrandin, rapora xwe ya salane ya yekem a sala 2024’an li Parlamentoya Federal parve kir. Di raporê de hem daneyên derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de û hem jî pêşniyarên siyasî hene. Serokê IAKR’ê Ciwan Akbulut, derbarê mijarê de pirsên ANF’ê bersivand.

Rapora we ya salane hate weşandin. Gava ku em salekê wekî daneyan bigirin dest, hûn di nijadperestiya li dijî Kurdan de aliyê herî berbiçav çi dibînin?

Nijadperestiya li dijî Kurdan rastiyeke ku dikare li seranserê cîhanê bandorê li her Kurdî bike. Çi kal, çi ciwan; çi li dibistanê, çi li polîsan. Ne fenomeneke dûr û razber e. Rastiyeke bi êş e. Ji ber ku hûn zimanekî “şaş” diaxivin, rastî heqaretê tên, ji ber hûn xwedî “raboriyeke şaş in” tên lêdan, tenê ji ber ku Kurd in tên kuştin. Ev tê wateya dubare jêpirsînê. Mirov ji rûmet, ewlehî û pir caran jî ji pêşeroja wan tê bêpar kirin. Ev ne li sînorên Elmanyayê dest pê dike ne jî bi dawî dibe. Tiştên ku Kurd li vir dijîn, bi lîsteya dirêj û bêdawî ya zordestî, zilm, pogrom û jenosîdan li Kurdistanê ve bi awayekî ne cuda têkildar in. Ev parçeyek ji ezmûna gerdûnî ya ku Kurdan bi hev re girêdide ye; ezmûna domdar a bêqîmetkirin, tundî û bêparhiştina ji mafan.

NÎJADPERESTIYA LI DIJÎ KURDAN ZÊDETIR DIBÎNE

Ya berbiçav ew e ku nêrînên li dijî Kurdan her ku diçe zêdetir dibe û di civakê de normal dibe. Ev rewş bi taybetî di nav tundrawên rastgir ên Tirk de, mînakî bi nîşandana silava gur eşkere û belavkirina naverokên ne mirovane, zêdetir diyar dibe. Ya xemgîn ew e ku Kurd hem qurbaniyên aktorên rastgir ên Alman û hem jî yên koçber in.

JI HEQARETAN HETA GEFAN DIRÊJ DIBE

Nijadperestiya li dijî Kurdan di înternetê de jî pir belav e. Di rapora me de em vê wiha rave dikin: Di sala 2024’an de piraniya bûyerên nijadperestiya li dijî Kurdan ên ku ji me re hatine ragihandin li nîvenga serhêl qewimîne. Ev rewş diyar dike ku ev qad bûye yek ji qadên navendî yên nijadperestiya li dijî Kurdan. Ev rewş bi taybetî li torên dîjîtal ên wekî TikTok, Instagram, Threads, Facebook, X û YouTube bi awayekî eşkere tê dîtin. Ev êrîş ji heqaret û jêpirsina hebûna nasnameya Kurdî bigire heya gefan dirêj dibin.

Nîvenga dîjîtal roleke çawa dilîze?

Nîvenga dîjîtal wekî katalîzatorekê ji bo nijadperestiya li dijî Kurdan kar dike. Platformên medyaya civakî yên wekî TikTok, Instagram û Threads bi gelemperî ji aliyê ciwanan ve têne bikaranîn. Naverokên li dijî Kurdan jî li vir her ku diçe zêdetir têne dîtin. Platform bi gelemperî pir kêm an jî bi derengî li hember van parvekirinan tevdigerin. Naverokên li dijî Kurdan ku ji aliyê algorîtmayan ve jî têne piştgirîkirin, di demeke kurt de digihîjin girseyeke mezin, ji ber vê yekê kesên bandor bûne bi gelemperî (pirî caran anonîm) rastî bertekek mezin a peyamên nefretê tên. Ev aktor her ku diçe zêdetir bi navên rastîn û wêneyên profîlê derdikevin pêş. Ev rewş diyar dike ku ev cure parvekirin her ku diçe normal dibin û ji aliyê platformên têkildar ve daneyên tam nayên sepandin.

We got ku platformên dîjîtal danekirinên têrker nasepînin. Ez helwesta saziyên dewletê meraq dikim. Saziyên dewletê di têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan de çiqas çalak in?

Sînordar e. Di qebûlkirina nijadperestiya li dijî Kurdan wekî cureyekî nijadperestiyê yê cuda de kêmbûna agahî, hişyarî û îradeyê heye, lê ev pêwîst e ji bo têkoşîneke bi bandor. Nijadperestiya li dijî Kurdan bi gelemperî tê relatîfkirin, cidîyeta wê tê sivikkirin û wekî nakokiyeke razber di nav Elmanên ne Elman de tê paşguhkirin wekî “Bila koçber hevdu bidin, ma ji bo me çi?”. Lê ev ne tenê cidiyeta fenomenê paşguh dike, herwiha dibe sedema xeternakbûna jiyana Kurdan ya giştî. Rabirdû nîşan dide ku nijadperestiya li dijî Kurdan pir xeternak û kujer e. Ev ji bo Ewropayê jî derbasdar e. Saziyên dewletê, mînakî bi tawanbarkirina kes û rêxistinên Kurdî, nijadperestiya li dijî Kurdan ji nû ve hildiberînin. Ev sûcdarkirin, yanî bi bingehîn tê gotin ku kesek tenê ji ber Kurd e “xwariya tundiyê” dike, û ev jî nêzîkatiyeke nijadperest e û taktîka ku Tirkiye jî ji bo tepisandina Kurdan bikar tîne ye. Bi giştî, nîqaşa nijadperestiya li dijî Kurdan li Elmanyayê hîn di qonaxa destpêkê de ye. Ji bo afirandina guhertineke rastîn û parastina jiyana Kurdan, pêwîstî bi afirandina haydarî, berpirsyariya saziyî û tevdîrên siyasî yên şênber heye.

Di rapora we ya salane de pêşniyarên çalakiyê ji bo saziyên dewletê jî hene. Derbarê pêşîlêgirtin û takekesîkirina bûyeran de di têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan de hûn dixwazin çi bibêjin?

Pêşîlêgirtin divê zû dest pê bike; bûyer nayên takekesîkirin. Nijadperestiya li dijî Kurdan di civaka (piştî koçberiyê) ya Elmanyayê de koka xwe kûr heye. Bûyerên ku ji me re hatine ragihandin nîşan didin ku nijadperestiya li dijî Kurdan di nav zarok û ciwanan de, pir caran bê haydarî, tê ji nû ve hilberandin. Xwendekarên Kurd bi gelemperî ji aliyê hevalên pola xwe ve têne tinazkirin û rastî şîroveyên biçûkxistin û neyînî tên. Li hember van dînamîkên dûrxistin û cihêkirinê yên di jiyana rojane ya dibistanê de bi gelemperî bêçare dimînin. Ji bo astengkirina bi bandor a nijadperestiya li dijî Kurdan, beşdarbûna di xebatên pêşîlêgirtina zû de û xebatên pêşxistina kapasîteyê girîng e. Qebûlkirina nijadperestiya li dijî Kurdan wekî pirsgirêkeke binyadî û netakekesîkirina van cure bûyeran jîyanî ye. Ev nîqaş divê bikeve bernameya perwerdehiyê; pêwîstî bi afirandina haydarî û projeyên perwerdehiyê li dibistanên seretayî û navîn heye. Rêveberiyên bajar û eyaletan divê bernameyên perwerdehiyê yên berfireh derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de pêşkêş bikin; ji bo xurtkirina jêhatîbûnên civakî û navçandî, divê ev bigihîjin zarok û ciwanên her temenî. Ji bo vê bernameya perwerdehiyê, pêwîst e mamoste û pisporên karûbarên civakî yên li dibistanan derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de perwerde bibin. Projeyên afirandina haydariyê ji bo dêûbavan jî dikarin tevkariyê li kêmkirina pêşdaraziyên li dijî Kurdan û afirandina nîvengeke piştgiriyê ji bo zarokên Kurd bikin.

Ji aliyê din ve, bûyerên sûcdarkirina kesên rastî nijadperestiya li dijî Kurdan hatine jî hene. Ji bo şikandina sûcdarkirinê divê çi were kirin?

Kesên bandor bûne pêwîstî bi qadên ewle hene, lê ne sûcdarkirinê û rayedarên giştî jî vê yekê li ber çavan digirin. Divê sûcdar bi domdarî werin darizandin. Ji bo bidestxistina vê yekê, nasîna hawîrdorên ku nijadperestiya li dijî Kurdan tê de derdikeve û wisa muamele kirina wê jîyanî ye. Ji bo têgihîştina çêtir a vê cureya tundiyê, pêwîst e ew bi eşkere di îstatîstîkên sûc de were tomarkirin. Nijadperestiya li dijî Kurdan divê ne di bin têgehên giştî yên wekî “sûcên nefretê yên din” û “nijadperestiya li dijî Misilmanan” de were dabeşkirin. Pergalên agahiyê yên polîs ên eyaletan divê bi kategoriyeke cuda ya bi navê “nijadperestiya li dijî Kurdan” were berfirehkirin. Perwerdehiya hestyariyê ji akademiya polîsan dest pê bike, divê bibe parçeyekî jêneqetî ya perwerdehiya berbijarên efserên polîsan. Berbijarên karmendan divê derbarê jêhatîbûnên navçandî de werin perwerdekirin û piştgirîkirin. Yekîneyên polîsan ên li dijî nijadperestiyê divê derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de ragihandin û piştgiriya pispor a birêkûpêk pêşkêş bikin. Li şûna sepandina hiqûqa cezayî û civakî li hember çalakerên Kurd ya rewa, divê zêdetir bal were kişandin li ser sûcdarên nijadperestiya li dijî Kurdan. Di nav wan de, bi taybetî avaniyên netewperest ên Îslamî, Ereb û Tirk yên wekî tevgera “Bozkurtan” ku ji bo Kurdên li Almanyayê xetereyeke cidî çêdikin, hene.

Divê parastineke çawa ji bo kesên rastî nijadperestiya li dijî Kurdan hatine were peydakirin?

Kêmbûna qadên ewle ji bo Kurdan pirsgirêkeke taybet e. Kurd bi gelemperî derbarê ezmûn û nasnameya xwe de xwe tenê hîs dikin. Ji aliyekî ve nasnameya wan bi domdarî ji derve tê redkirin, ji aliyê din ve jî ji tirsa cihêkirin û tundiyê xwe nediyar dikin. Qadên “ewletir” yên ji bo kesên rastî nijadperestiyê hatine, ji bo Kurdan ne ewle ne; ji ber ku nijadperestiya li dijî Kurdan bi gelemperî di nav civakên koçber de  ji nû ve tê hilberandin. Qadên ewle yên ku ji aliyê civaka Kurd bi xwe ve têne organîzekirin, yên ku çand û zimanê Kurdî bi eşkere têne jiyan û pêşxistin, dibin armanca sûcên tundiyê. Di demên aloziya siyasî ya li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê û di cejnên Kurdan de pêwîstî bi baldariyeke taybet a civakî heye ji bo parastina Kurdan ji êrîşan. Bandorên neyînî yên nijadperestiyê li ser tenduristî û psîkolojiya kesên bandor bûne bi awayekî zanistî bi berfirehî hatiye lêkolînkirin, ji ber vê yekê qurbaniyên Kurd jî divê piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî ya guncav bistînin. Gihîştina van xizmetan ji bo kesên bandor bûne divê bi astengiyan re rû bi rû nemînin. Di nav wan de, projeyên ku xizmet û şêwirmendiya bi Kurdî pêşkêş dikin divê werin piştgirîkirin. Dawî; divê penaberên Kurd ji sedemên revê yên xwe werin parastin. Zilma ku li hember Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê divê were qebûlkirin. Vegerandina li van welatan kesên bandor bûne bi rîska domdarkirina zilmê ya çandî û siyasî, cezayên hepsê, êşkence û heta darvekirinê re rû bi rû dihêle. Ev welat ji bo Kurdan cihê ewle pêşkêş nakin, ji ber vê yekê divê ji vegerandinê werin parastin.

Hûn şîroveya medyayê derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de çawa dinirxînin; Kurd di çapemeniya Alman de çawa têne dîtin?

Pênasekirina Kurdan tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê, bi giranî dibe sedem ku nijadperestiya li dijî Kurdan zêde bibe û holê rakirina vê nêzîkatiyê zehmet dike. Ji bo têkoşîna li hember vê rewşa şaş û gotinên nijadperest, divê standardên rojnamevaniyê yên ku zimanekî cihêreng û bêcihêkirin bikar tînin û bi awayekî çalak piştgirî dikin, bi awayekî bibandor werin sepandin. Ev jî hilbijartina peyv û vebêjeya hişmend ku kes û rêxistinên Kurd bi giştî sûcdar nakin an jî bi terorîzmê re wekhev nakin, digire nav xwe. Pêwîst e ji karanîna têgehên biçûkxistinî jî were dûrketin. Rêxistinên medyayê yên pêşeng yên wekî Tagesschau, Der Spiegel, Suddeutsche Zeitung, Bild, Welt û Deutschlandfunk xwedî berpirsyariyeke taybet in, ji ber ku nûçeyên wan dikarin gotinê ava bikin û pêşdaraziyan xurt bikin an jî kêm bikin. Pêwîst e gelemperîkirinên û gotinên ewlehiya dewletê – bi taybetî yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê – bêyî rexne bêne qebûlkirin. Dema ku gotinên ewlehiya dewletê di nûçeyan de têne bikaranîn divê bi eşkere werin pêşkêşkirin û bêyî ku bêne kontekstkirin û erêkirin bêne qebûlkirin. Gaveke girîng, pêşxistin û sepandina rêbernameyên edîtoriyê yên hestiyar û bêcihêkirin ku standardên zelal ji bo karanîna têgeh, wêne û çavkaniyan diyar dikin e. Kesên bandor bûne û pisporên Kurd divê bi awayekî sîstematîk bikevin bernameyên hevpeyvînên giştî, hevpeyvînan, raporan, panelên pispor û gotinên medyayê. Ev rê nade ku saziyên dewletê an jî aktorên alîgir bi yekalî daxwaza şîrovekirina xwe bikin. Şirketên medyayê, çi giştî çi taybet, xwedî berpirsyariya cidîgirtina rastgoyiya rojnamevaniyê û berpirsyariya civakî û teşwîqkirina çalak a nêrînên Kurdan e.

Pirsa min a din jî derbarê piştgirî û beşdarbûna aktorên Kurd di têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan de ye. Ma dengê van aktoran di têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan de têr tê bihîstin?

Kurd, bi texmîna 1-1,5 milyon hejmarê, yek ji komên koçber ên herî mezin li Elmanyayê ne. Ji ber vê yekê nasîna wan a çandî û siyasî û beşdarbûna wan pêwîst e. Ji bo pêşxistina stratejiyên bi bandor û bi taybetî domdar li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan; garantîkirina beşdarbûna siyasî ya aktor û rêxistinên Kurdan û peydakirina qadan ji bo têkiliyên birêkûpêk û danûstandina ramanan jîyanî ye. Rêxistin û aktorên Kurd divê beşdarî pêvajoyên biryargirtina siyasî bibin. Pêşniyarên qanûnî û biryarên siyasî yên bajar û eyaletan derbarê rastiya koçberiyê de divê bi rêxistinên Kurdî re bêne girtin. Meclîsên şêwirmendiyê, komîte an jî saziyên siyasî yên din divê bi têrkerî diyasporaya Kurd a li Elmanyayê temsîl bikin. Diyasporaya Kurd a li Elmanyayê jixwe ji aliyê çandî û siyasî ve baş organîzekirî ye, lê divê wekî xala têkiliyê were nasîn û cidî were girtin.

Ma têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan di akademiyê de têr tê teşwîqkirin, li gorî we akademî dikare rolek çawa di têkoşîna li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan de bilîze?

Ji bo ku tevdîrên li dijî nijadperestiyê ne tesadufî bin, pêwîstî bi delîlên zanistî yên saxlem heye. Nijadperestiya li dijî Kurdan di akademiyê de hîn piranî têr nayê lêkolînkirin. Ev rewş divê biguhere. Fonên lêkolînê yên tematîk dê tevkariyê têgihîştina çêtir a fenomenê, tomarkirina sîstematîk û pêşxistina perspektîfên çalakiyê yên bi bandortir bike. Tora lêkolînê, enstîtû û projeyên ku vê fenomenê bi awayekî zanistî eleqedar dikin, bi taybetî projeyên Kurdî jî divê werin piştgirîkirin û jêhatîbûnên wan werin xurtkirin. Kêmbûna agahiyê derbarê dîroka Kurd a li Elmanyayê û rastiya Kurdî de, dibe sedem ku kesên govanê nijadperestiya li dijî Kurdan in bi gelemperî vê yekê fêr nebin an jî nebêjin ka dê çawa destwerdanê bikin. Ji ber vê yekê xebatên zanistî derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan de divê bingeha nîqaşeke civakî ava bike; wekî din rîska ji nû ve hilberandina pêşdarazî û klîşeyan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, damezrandin û teşwîqkirina kursiya Kurdolojiyê li zanîngeheke Elman pir girîng e. Kurdolojî lêkolîneke disîplîner a navberî ye derbarê Kurdistan, Kurd û çand, ziman û dîroka wan de. Ev disîplîn ku li welatên din jî cih girtiye, nasîn û dîtbariya civakî ya diyasporaya Kurd teşwîq dike, têgihîştinên cihêkar derbarê Kurdan de radike û tevkariyê li rizgariya lêkolînên derbarê Kurdistanê de ji kolonyalîzmê dike.

Pirsa min a dawî derbarê bêcezakirinê de ye. Ma hûn nêrîna ku belavbûna nijadperestiya li dijî Kurdan bi siyaseta bêcezakirinê re belav dibe diparêzin?

Erê, bêguman. Heya ku rêxistin û kes bê tirsa encaman karibin nav tê danya nefretê li hember Kurdan bikin , têkoşîna bi bandor li dijî nijadperestiya li dijî Kurdan nayê kirin. Rewşa heyî nêrîna ku nijadperestiya li dijî Kurdan ji aliyê dewletê ve tê toleranskirin an jî çavên xwe lê digire ava dike. Ev rewş divê were şikandin. Dua kirina komên Tirk, Ereb û Îslamî yên li Elmanyayê ji bo şerê li dijî Kurdan an jî pîrozkirina êrîşên li Rojava li hember sivîlên Kurd nayê qebûlkirin. Kesên ku bandor bûne têne terikandin, lê sûcdar xwe bi hêz hîs dikin. Ev cure pratîk qadên neewle ava dikin û tevkariyê kûrtirbûna nijadperestiya li dijî Kurdan dikin. Ji ber vê yekê, lêpirsîneke biryardar û hevgirtî wekî qedexekirina tevgera Bozkurtan dê bibe gaveke girîng a destpêkê ji bo li hember vê pêşketinê. Ev aktören bi pirsgirêk tenê ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo hindikahiyên bi pêwendiya Tirkiyeyê û komên muxalif û bi giştî ji bo demokrasiyê jî xetere ne. Ew bêguman antîdemokratîk û antîsemîtîk in û tundiyê wekî amûreke nakokiya siyasî ya rewa dibînin. Ji ber vê yekê ew ji bo tevahiya civaka Alman xetere ne. Lê dewleta Elman ji nakokiyê direve. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re û siyaseta derve ya wekî qedexeya PKK’ê ya ku bi awayekî vacî nakok e û heta dibe sedema lawazkirina hêzên demokratîk jî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANF

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Prof. Yeşîldere: Zanîngeh di rewşa ku nikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Lîderê olî yê Îranê: Îsraîl wê bê cezakirin

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney piştî êrişa hefteya derbasbûyî ya Îsraîlê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Saleke pêngava azadiyê

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de di nava salê de bi dehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît, hirgûliyên hevdîtina bi Rêber Apo re parve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?