Şaxa DÎSK Emekli Sen a Wanê têkildarî Rojîn Kabaîş li Parka Ahmedê Xanî ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêxistinên girseya demokratîk û nûnerên partiyan tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa DÎSK Emekli Sen a Wanê Timur Sayyigit ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qatilên Rojîn Kabaiş zêdetirî salekê ye li ku ne û çima tên parastin? Kî ji parastina van qatilên ku mirovan dikujin sûd werdigire? Divê hûn raya giştî ronî bikin. Em dixwazin kujerên Rojin Kabaiş li dadgehê hesab bidin.
Em bang li rektor û rayedarên din dikin: Di navbera dema ku Rojîn Kabaiş ji wargeha xwe derket û cihê kuştina wê de çend kamera hebûn? We van kamerayan tespît kirine? Ger we kamera tespît kirine, çima hûn dîmenan bi raya giştî re parve nakin? Hûn ji kê ditirsin û çima ditirsin? Em ê heta dawiyê li kêleka we bin. Em êdî naxwazin ku li vê herêmê kuştin çêbibin. Hêzek heye ku dixwaze kuştina Rojîn Kabaiş neyê ronîkirin û ew hewl didin ku pêvajoya aştiyê provoke bikin. Ev ê zirarê bide tevahiya welêt. Hûn ê behsa aştî, xwişk û biratiyê bikin û di heman demê de kujerên Rojîn Kabaiş biparêzin? Ev nayê qebûlkirin. Rojîn Kabaiş serhildana me ye; bila Rojîn nemirin.”

