Sêşem, 24 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da
Rojane

Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da

TJA’yê bi wesîleya salvegera erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan daxuyanî da û diyar kir ku saziyên rayedar berpirsyariyên xwe bi cih neanîne, berpirsyar nehatine darizandin û binpêkirin hatine normalîzekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya sala 3’yan a erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wan Mereşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de kesên ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Tevî ku dem di ser de derbas bûye jî, êşa me hîn teze ye û windahiyên me hîn jî bi me re ne. Ev wêrankirina mezin ne tenê bûyerek xwezayî ye; ew encama paşguhkirin, newekhevî û polîtîkayên ku jiyanê bêqîmet dikin e. Careke din, jin, zarok, kal û pîr û xizanan bedela herî giran dan. Bajar hatin hilweşandin; keda jinan, xewnên zarokan û hevsengiya xwezayê di bin kavilan de man. Tiştê ku qewimî ne çarenûs e, karesata ji hêla hişmendiyên ku qezenc û sermayeyê didin pêşiyê ve hat avakirin.”

Di berdewamê de TJA’yê, destnîşan kir ku 3 sal di ser de derbasbûyî jî rêjeya rastîn a erdhejê hîn ne diyar e û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane, hejmara zarokên winda û hejmara mirovên ku hete hetayê seqet mayî hîn jî ne diyar e. Çarenûsa alîkariyên hatî komkirin bi raya giştî re nehat parvekirin; pêvajoyên ji nû ve avakirinê li pişt deriyên girtî, bêyî ku pêdiviyên raya giştî, jin û zarokan werin berçavgirtin, hatin plankirin. Tê zanîn ku yên herî zêde zirar dîtin dîsa jin û zarok bûn. Mafê wan ê bicihkirinê hat binpêkirin; cihên jiyanê yên ewle û saxlem nehatin peydakirin. Jin li hember xizanî, bêewlehî û şîdeta mêran bêtir bêparastin man. Zarok nehatin parastin û hatin windakirin, ji nedîtîve hatin û bi awayekî ber bi îstîsmarê ve hatin berdan.

Îro, cîhan careke din bi rêya dozên Jeffrey Epstein dibîne ku îstismara zarokan ne sûcekî tenê ye. Îstîsmar ji hêla avahiyên rêxistinkirî ve tê domandin ku bi bêcezatiyê re xwe mezintir kirin. Rastiya zarokên windabûyî yên ku piştî erdhejê derketin holê jî bi vê sîstema bêcezatiyê ve girêdayî ye. Heta ku pirsa cihê zarokan bêbersiv bimîne, îxtîmala sûc zêde dibe; bêdengî dibe hevkarîya di sûc de. Mekanîzmayên parastinê yên şefaf û bibandor ji bo zarokan li herêma erdhejê nehatine damezrandin. Xizmetên civakî pir qels man û teftîş jî nehatine kirin. Ev rewş ne tenê îxmalkarî ye, polîtikayên bi zanebûn hatin kirine. Bi heman awayî, xweza careke din veguherandin qada talankirina ji bo sermayeyê û wêrankirina ekolojîk kûrtir bû. Gelo jin û zarokên ku ji erdhejê bandor bûne di ewlehiyê de ne? Çima mirov hîn jî neçar in ku di şert û mercên xanîyên nexweş û demkî de bijîn? Çima çarenûsa zarokên winda nayê eşkerekirin? 

Ev sê salan saziyên giştî berpirsiyariyên xwe bi cih neanîn û kesên berpirsiyar nehatin darizandin. Xemsarî û sûc wekî asayî hatin hesibandin; mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk hat binpêkirin. Em dizanin ku jiyan tenê dikare li ser bingehên rizgariya jinan, hevsengiya ekolojîk û civakek demokratîk ji nû ve were avakirin. Hişmendiya kirêt û baviksalar nikare vê wêrankirinê sererast bike. Ji ber vê yekê, wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), em li kêleka jinên ku jiyana wan beriya erdhejê jî hatibû paşguhkirin rawestiyan û piştî erdhejê jî me hevgirtina xwe xurt kir. Em ê binpêkirinên mafên mirovan, windakirin, çarenûsa zarokan, şîdeta li ser jinan û wêrankirina xwezayê bişopînin. Em kesên ku di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin; em soz didin ku bi parastina jiyanê û berfirehkirina têkoşînê bîranîna wan zindî bihêlin. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrbikin. Em ê dev ji têkoşîna ji bo edalet, jiyanek ewle û wekheviyê bernedin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Rêveberiya Xweser a Kobanê ji Helebê vegeriya
Nûçeya Pişt re Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber stranên Kurdî gotiye hat girtin

Hunermendê Kurd Mazlûm Akpolat, ji ber stranên Kurdî gottiye 22 meh û 15 roj cezayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Marê û Ezazê 2 çete hatin kuştin, 4 birîndar bûn

HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên li Marê û Ezazê lidar xistine de, 2 çete…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Xezeyê di roja 123’an de ye

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?