Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî jin û sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla bermahiyên çeteyên DAÎŞ’ê ve sûcên giran hatine kirin û destnîşan kir ku ev êrîş berdewamiya zîhniyeteke dijminê jinan û serdestiya mêran e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êşkence û teşîrkirina bedena jinan sûcên şer in.
Meclîsa Jinan, diyar kir ku polîtîkayên şer ji dîrokê heta roja îro herî zêde jinan hedef girtine û got ku ev êrîş di heman demê de armanc dikin ku têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê bitepisînin. Meclîsa jinan, komkujiyên li dijî jinan ên li Rojava û Şengal bibîr xist û got ku ew ê dev ji têkoşîna li dijî vê zîhniyetê bernedin.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên jinan hat kirin ku li hember sûcên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin bêdeng nemînin û hevgirtina ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev ji bo jinan li Sûriyeyê xurt bikin.

