Di tûrikê xwe de hêviyên egîdên dilçiya, kenên wan, hesretên wan û hemû heqîqeta mirovahiyê hilgirtin. Weke çiyayekî li dijî zulmê bi dilê xwe yê evîndar li ber xwe dan, di hemû pêngav û kêliyên jiyana xwe de ji bo ku bibin perçeyekî kêliyên dîrokî û navên kesên ku bûne şahidên van kêliyên dîrokî û ji bo rûmeta hemû mirovahiyê têdikoşin, li dîrokê zêde kirin. Ew rûyên ku bi kameraya xwe dîmenên wan girtin, serfiraziya mirovahî û pêşengên siberojên azad bûn. Şehîdên leheng ên çapemeniya çiya Tûfan Serkan, Aso Baran, Şîlan Ezgî, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan dema ku bêyî navber li dû heqîqetan bûn di encama êrîşên dijmin ên dîrokên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûn û weke mîrateyekê li dû xwe bîranînên jiyaneke watedar û şopên ku tu caran neyên jibîrkirin hiştin.
Ew hem bûn nemirên şoreşê hem jî yên çapemeniyê. Mevlana dibêje ku rêzan ew derî ye ku peyrewan ber bi deriyê heqîqetê ve dibe. Bes kesên xwedî ilm û zanistê vê yekê watedar bikin. Ew her 5 ewladên Kurdistanê yên leheng jî hewl dan bibin peyrewên ku li dû heqîqetê û di hemû jiyana xwe ya şoreşgeriyê de jiyaneke derwîşane esas girtin. Ew lehêngên hêja yên ku jiyana xwe bexşandine ragihandina rastiya têkoşînê ya ji bo hemû mirovahiy re û navên xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn dane nivîsandin, pêşengên çapemeniya çiya şehîd Selçûk Şahan, Gurbetelli Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Elî Kanîroj, Arhat Ba, Jiyan Amargî, Nûjiyan Erhan, Argeş Serhed, Avrîn Mahsûm û gelêkên din mînak girtin, li ser şopa wan meşiyan û heya kêliya dawîn a jiyana xwe jî ji rastiyan veneqetiyan.
JIYAN BI RAMANÊ HONANDIN
Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji gelek aliyan ve di nava xwe de wesfên gelekî hêja dihewîne. Ev têkoşîna destanî ya ji gelek aliyan ve tê meşandin, çavkaniya xwe ji pêşvebirina gerîlayan a ji gelek aliyan ve û têkoşîna wan a di asta profesyoneliyê de digire. Milîtanên Apoyî li gorî hewcehiyan dibin şervan, fermandar, endazyar, ragihînerên heqîqetê. Ma kesên ku çiyayan bedew dikin û dizanin vê bedewiyê li gel hemû hûrgiliyên wê bijîn jî ne ev e? Avakirina jiyanê ya li gel hemû hûrgiliyên wê, ji bo jiyaneke ku li ser bingeheke qewî hatiye avakirin bûyîna pêşengbûna yekîtiya hest û ramanên sade, bûye cewhera jiyanê. Li gel vê yekê divê were zanîn ku jiyan gerek e. Yekîtiya ramanê, têkoşîna mirovan hundirîn û weke encameke dilsoziya ji rastiyan re jiyanê diafirîne.
BÛN ÇAV Û GUHÊN CIVAKÊ
Kesên evîndarên azadiyê, weke her tiştî di tevahiya jiyanê de jî şopên ku tu caran neyên jibîrkirin li dû xwe dihêlin. Her wiha dema ku di ragihandina rastiyan de ferq û cudahî nayê kirin û ronîkirina hemû civakê esas tê girtin, ez şop girîngtir dibin. Gelo ma pêkan e ku çapemeniya civakê agahdar dike bi çapemeniya ku ji aliyê pergalê ve bi awayên herî qirêj li dijî civakê tê dîzaynkirin û bikaranîn re were berawirdkirin? Hin vê pîşeyê bê rûmet dikin û berovajîkirina rastiyan ji xwe re weke erkekî dibînin û pêşeng û dengên heqîqetên yên çapemeniya azad jî li çiya û cihên têkoşînê yên herî dijwar bûn çav û guhên civakê. Ji ber vê yekê bibîranîna kesên li çiyayan gav bi gav li rastiyan digerin, berpirsiyariyên ku vê pîşeyê li hemû mirovan daye barkirin, careke din radixin ber çavan.
NÛNERÊN HÊJA ÊN NÛÇEGIHANIYÊ BÛN
Li çiyayan birêvebirina xebatên ragihandinê; carna di dîmena ku dikeve kadraja kamerayê de, carna rûyên ku li gel têkoşînê bûne yek ên di wêneyekî de,carna jî di nûçeyekê de; fedekariya bilêvkirina rastiyan a bêyî kêmasî û bi awayekî xwerû ye. Ev şehîdên hêja, li hemû cihên ku dijmin rastiyan reş dikin û weke kesên ku ev xebat danîne pêşiya xwe, di nava têkoşîneke mezin de ev xebat bi rê ve birine. Rû û nirxê nejibîr ê çapemeniya çiya Şehîd Xelîl Dag, ji Ewropaya navenda kapîtalîzmê berê xwe da çiyayên azad û bi salan bingeha van xebatan ava kir û xwesteke tomarkirina hemû kêliyên jiyana gerîlayan, têkoşîna Şehîd Elî Kanîroj ku di destekî wî de çeka wî hebû û li dijî dijmin têdikoşiya û bi pênasa xwe ya di destê din de ragihandina rastiyên têkoşînê, cewhera birêvebirina pîşeya çapemeniyê ye. Ji ber vê yekê ku bilêvkirina rastiyên ji aliyê têkoşîna azadiyê ve ya li hemberî hemû polîtîkayên qirêj ên pergalê jiyaneke fedekarî, dilsozî û xebateke mezin hewce dike.
BÛN ŞOPÎNERÊN RASTIYÊ
Lê binêrin lehengên ku ji cih û warên xwe hatine û berê xwe dane welatekî azad çawa şerê azadiyê dikin. Lê binêre ku tu bibibînî ku kesên ku ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin kî ne. Ev şerê însanbûna li dijî zulmê ye. Dema ku li ser rûyên wan roniya şoreşê ya rizgariya mirovahiyê û di dilê wan de xwesteke tolhilanîna ji dijmin hebû, rastî di dilê wan de bû. Ka bibêje ma kîjan hêz û qudret dikere li pêşiya vê rastiyê bisekine… Aha ev leheng, bûn şopînerên vê rastiyê. Li çiyayên ku lûtkeyên wan li hemberî nebaşiyê bûne mekanên başiyê, dema ku şev bi dawî dibe û rojeke nû hiltê canê xwe ji bo rûmeta mirovahiyê feda dikin û hê jî dizanin ku kesên li ber xwe didin hene û hewl dan ku vê rastiyê nîşanî her kesî bidin. Kesên ku ev bi kamera, pênûs û gotinên xwe anîn ziman, ew kes in ku ji nivîsevanên dîrokê yên yekem û heya roja me ya îroyîn hewl dane ku rastiyê ragihînin.
WEKE ERKEKÎ ŞOREŞÊ DÎTIN
Tûfan, Şîlan, Aso, Azad û Firat bi vê îdealê bi rê ketin. Zehmetî bûn wesîle ku ew pîroziyên vî karî bibînin û bibin dilsozên wê. Wan, ragihandina her dilopeke xwiha kesên ku ji bo mirovahiyê têdikoşin, hemû zehmetiyên dibînin û bedewiyên afirandine ya ji civakê re weke erkê xwe yê sereke dîtin. Wan êrîşên di çarçoveya konsepta tunekirinê ya li hemberî gelê Kurd a ji Dêrsimê heya Botanê, ji Zapê heya Şenglê de û têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî wan êrîşan a bê navber û westan û tevî hemû zor û zehmetiyan jî şopandin weke erkekî şoreşê dîtin. Her yekê serfirazî û kêfxweşiya ku bi xeyalên mezin berê xwe dane çiyayên azad ji roja destpêkê û heya kêliya dawîn bi fedekariyeke mezin hilgirtin.
BÛN ZIMAN Û ÇALAKIYA RASTIYÊ
Wan hemû bedewiyên ruhên xwe li karên xwe zêde kirin. Bi xwe tecrûbe kirin ku jiyan ne tiştekî jirêz ye. Bi xwe dan îspatkirin ku di serpêhatiya jiyanê de hest, raman, xwestek û xeyal li hemberî taritiya ku dixwaze mirovan dorpêç bike meşa ber bi azadiyê ve ye û ev mayînde kirin. Ew bûn şervanên azadiyê, fermandarên şerî û ziman û çalakiya rastiyê. Ji bajarên cuda yên Kurdistanê, ji çandên cuda hatin û xwefedakirina ji bo heman armancê weke rûmeteke mezin dîtin. Ji bo erdênehiştina mîrateya şehîdên hêja yên ragihandina çiyayan, bilêvkirina rastiyan a hemû caran û li her derê ji bo me deynekî mezin ê rûmetê ye.
Di xala herî dijwar a têkoşîna gerîlayan de jî ji bo ragihandina vê têkoşînê ya ji hemû cîhanê re weke milîtanên çapemeniya çiyayan ên bi hemû hêza xwe li ber xwe didin, bûn pêşengên hêja yên xebatê û şehîdên şoreşê. Wan nîşan da ku divê rastî neyên veşartin û bedêla wê her çi jî be divê ji hemû mirovan re were ragihandin. Kamera û pênûsa ku me ji wan dewr girtine, wê bibin temînata azadiya hemû gelên bindest.

