Gava demsal li pey hev bezdidin, gava pelên ji salnameyan hatîn qetandin erşekî tije dikin, gava ku nifş diguherin, dema dîrok li ber xezeba demê dikeve û tê jibîr kirin ya ku mayînde dimîne ‘War’ e.Ya ku ji dîrokê re dibe şahid, ya ku wêneyê tevahî demsalan di berîkên xwe de radike û ya ku ji şopên lingan şîverêyan çêdikeye war e. Lewma piştevane, lewma bîranîna tewra qedir û lênûsa ku bi dîrokê ve tê neqişandine ‘war’.
Devera yekem car mirovahiyê xwe lê bi war kirî, devera ku landika yekem û banê yekem lê afirî, devera ku yekem car navê hîvê, tavê, dar û daristanê û navê evînê lê hatî peydakirin e Kurdistan e. Sed û sed mixabin çaxa ji rê derketina mirovahiyê û heta niha ew bûye ‘Warê Wêran’. Kurdên ku mîna goşt û neynîk bi warê xwe ve hatîn girêdan, bi sedan sal in jana veqetîna neynîkê ya ji goşt dijîn. Lê xwîn mîna lêhyê jî biherike neynîk goşt bernadin, koçer nîvê xwe li warê xwe dihêlin û nîvê warê xwe bi xwe re dibin her devera ku diçinê.
Kurdistan!…Di devrana serdestan de ne nexşeyek ne jî navekî wê heye. Nexşeya wê di nava kefên destên gerîlayan de, bi xizên cedwelan tên neqişîn. Navê wê êdî dibe bergidana vîn, evîn, dîrok, dilsozî û rûmetê. Ew di nava keziyên şervanên artêşa star de tê honandin, ji çavên wan şewqa xwe dide dîrok û heqîqetê.
Parek ji parên herî dijwar a dîroka rizgariyê Kurdistanê bû sala 2022’yan. Ev ne dişîbî çiroka tufana Nuh, ne jî rêketina Mûsa ya ber bi axên pîroz ve. Ev xezeba herî modern û êrîşbirîna kanzayên bi bask bû. Ev ne qutkirina neynîk û goştê ji hev bû, ev peyana perçiqîna neynîk û goşt a di nav hevde bû. Lewra sotîneriya vê êşê gewdeyek ji pola dixwest. Ji divêtiya vê ye ku li Zap, li Avaşîn û Metîna goşt û neynîk bibûn yekpare û tilî bibûn şûr, kor dikirin çavên çavnebar û çav birçiyan. Di nava vê cengê de ne yek û dû, bi sedan jinan li ser warê ku Xwedawendî ji dest dayîn; ji xweliyên xwe bûn Xwedawend. Wan bê xîretî, xaîntî, şerm û bê watebûn tev li ser girên herî bilind komkirin û şewitandin. Heta duyê wê jî li ser esmanên ‘WAR’ de nema, ewan şerkirin, ewan xwe kirin sotemeniya vî agirê pirxwer û axek pak li dûv xwe hiştin, da ku xweliyên xwedawendê lê şîn bibe, da kû evîn bi şêweyê xwe yê herî xwerû pêkan bibe, da ku ‘War’ ji tevahî kirêtiyan rizgar be û bedewî bejn biavêje.
Yek ji van jinan e Zîlan. Yek ji wan şopdarê Zîlana ku di bedena xwe de tovên jiyana nû welidandi ye. Ew Zîlana ku ji war neveqetiyayî, ya ku ji tovên Xwedawend Zîlan şîn hatî ye. Ew jina ku li ser çiyayên Zagrosê, li Warê Nînhusag’ê, bûyî ar û war pakkiriye.
XWE BI VÎN DIKE DA KU LI ÇIYAYÊN WARÊ XWE JI NÛ VE TEXTÊ XWEDAWENDA RABIXE
Gulîstan Hebeş, bi nasnav Zîlan Rûstem di sala 1985’an de li Rojavayê Kurdistanê, li wî bajarê ku bi têlekê ve hatî dubeşkirin; li Serêkaniyê çavên xwe li cîhanê vedike. Zarokatiya wê rastî raperîna herî dijwar a şênîyên warê wê tê. Şênî ew sed sal in dilşadî ne jiyane li ser warên xwe, ew sed sal in ji bo hinek din xwîn û xwedan dirêjin, ew sed sal in bi zimanê yên din diaxivin. Lê vê têrê nekiriye goşt û neynik ji hev veqetîne û niha demsal demsala ji nûve şînbûna neynîk û girêdana wê ya bi goşt ve ye. Gulîstan di vê demsalê de zarokek e. Lewra ew ê biba yek ji şopdarên Xwedawend Zîlan. Lewma ger Xwedawend Zîlan tovên gulan ji bedena xwe welidandibe, ew ê jî di demsala ji geşbûna gulan ‘Gulîstan’ ava dibin de bibaya gulek herî zêde bedew û xwedan strî. Ma ji xwe ya bedewiya gulê mayînde dike ne striyên wê ne?
Gulîstan Hebeş, qet di dibistanên dagirkeran de nexwendiye. Ew ji zarokatiya xwe heta temenê xwe yê ciwaniyê di nava ‘şêniyên qedîm ên war’ de dijî, têşe digire. Lewra kesayetiya wê bi qasî yên din ne bi nakoke û ew bi hewesên sexte ne pêçaye xeyalên xwe. Xwerûye ango, sade û ji dil e. Dil û ziman yek e. Gotinên wê dibin kirin, kirin gotinan dihûne. Lewra herî zêde ji wê tê bêhna war ango welat. Her ku diçe hinek din yekpare dibe, hinek din dişibe welat. Ma her zindiyek rengê warê xwe ranagire hinek?
Çaxa çavnebar xwe li pêçekek reş dipêçin û ji hêla roj lê diçe ava ve êrîş tînin li ser Warê wê, ew yek ji jina ku ji destpêkê ve tevlî dibe û di nava refên pêşîn de cih digire ye. Ji wê rojê û pêde Gulîstan roj bi roj Zîlanbûnê dijî. Gulîstan Hebeş di sala 2012’yan de tevlî nava refên şoreşgeran dibe û di nava 10 salên xwe yên şoreşgeriyê de her roja ku derbas dibe ji roja din zêdetirîn nêzî xeta Zîlan dibe, ji xwe wê ji vir û şûn ve navê wê jî Zîlan be; Zîlan Rûstem.
Zîlan Rûstem di sala 2012’yan de ji bajarê Serêkaniyê berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Heremên Medyayê yên Parastinê dibîne û tevahî hebûna xwe, xwe ji bo cengên giran amade dike. Ew xwe li ber jana veqetîna neynîk a ji goşt bi vîn dike, da ku radestiyê radest bigire. Xwe bi vîn dike da ku warê xwe yê ku bi hebûna wê re bûye yek, li ber zilma neyar ve nehêle. Xwe bi vîn dike da ku li çiyayên warê xwe ji nûve textê xwedawendan rabixe. Ew xwe bi vîn dike da ku darên li ber hişkbûnê ketin kulîlk bidin û çûkên ku hişbûyîn bi rîtmên azad bistêrên cardin. Zîlan Rûstem ji sala 2012’yan hetanî 2014 li çiyayên welatê xwe li ber ronahiya ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Mîna jinekî Kurd li ber vê birdoziyê xwe dike xwedan hişmendiyekî herî rast û kesayeta xwe bi xisletên şoreşgerî ve gurçupêç dike.
LI ŞENGALÊ DIBE MÎNAKEKE XURT A HEVRÊTIYA JINA ŞOREŞGER
Di sala 2014’an de dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş dibin li ser gelê Şengalê, ew cardin di refên pêş de ye. Lewra ew êdî ferdek ji klana Apoyiyan e, ewan ne tirs hiştine ne jî mirin. Ewan tiştên ne gengaz gengaz û mîsoger kirine, ewan heqîqeta birdoziya Apoyî bi jiyan û têkoşeriya xwe, bi sekin û serkeftina xwe ve payîtandine. Yek ji wan e Zîlan, xwe di nav vî hevîrî de strandiye. Lewma bi coşekê mezin berê xwe dide vê cengê. Ew dizane wê ev ceng bizivire cejnê, ew dizane wê ev ceng tiştên hatîn wendakirin bide peydakirin û wê tevahî tiştên nîvço mayî temam bike.
Zîlan Rûstem li Şengalê ked û fedakariyek bêhempa nîşan dide. Ew ne tenê şervaneke ku pêlî tetîkê dike ye. Ew bijîşkeke ku birînên gelê xwe dipêçe, mamosteya zarokên welatê xwe ye û fermandarek a tabûrên şoreşgeran rêvedibe ye. Zîlan Rûstem ji sala 2014’an hetanî sala 2018’an li Şengalê berpirsiyariyên pir mezin hildigre li ser milan. Ew di nava pêvajoyek bi vî rengî de bi xak û gelê Şengalê re dibe yek. Ji Geliyê Şîlo hetanî Serdeşt û Medîban, ji Xanesor heta Kora Simkoya devara ku ew ê gav lê neavêtî, xwedan lê nerijandî namîne. Zîlan Rûstem bi sekna xwe ya ji xwe bawer, bi rikerastbûn û radîkalbûna xwe, bi rûkenî û sadebûna xwe tevahî dilên hevalên xwe û gelê xwe yê Şengalê fetih dike. Ew li Şengalê dibe mînakeke xurt a hevrêtiya jina şoreşger.
Dema êrîşên li deştan tên şikandin û neyar li vir nagihêje tişta ku hêvî dike, vê carê bi sînornenasiyek herî kirêt a bê ehlaqiyê berê xwe didin Çiyayan. Dem demê ku operasyonên neyar herî zêde dijwar dibe ye. Sal 2019 Zîlan rêwiya Zapa bê bihûr e. Rawestgeha wê ya yekem Kûrojaro, berpirsiyarî asta yekînê de ye. Kurojaro bi salan di bin fermandariya jin ango artêşa Star de xwe saz dike û lê senger tê girtin. Fermandariya jora wê di asta herem de jî şehîd Mîzgîn Ronahî bû, cîranê wan girê Karker jî fermandar şehîd Şariştan Ferqîn e. Ev her sê jin li heremên herî stratejîk ên Zapê, berpirsiyariya dîrokekî radikin. Ji pîroziya berpirsiyarî û kelecana ku armanc dide, herhal pêwendiyek pir bedew di nava van her sê fermandaran de çêdibe. Pêwendiya di navbera wan de pêwendiya şervanan a bi hevre distêre û sînerjiyek mezin diafirîne. Li vê qadê beriya şer eforekî pir bilind a amadekariyan tê dayîn. Zîlan li vir jî dil fetihkirine û bûye fermandara serkeftinê. Ji ber vê gelek heval dixwazin di her kêliyên şer û jiyanê de li kêleka wê bin, ew dixwazin wê giyana bilind û bedew bi wê re par bikin.
Fermandar Zîlan ji ber jêhatîbûn û zîrekiya xwe ya rêvebirin û rêxistinkirina xebat û ji ber sekna xwe ya ku her tim çareserî pêş dixe û afrînere ji hêla rêxistinê ve li gelek deveran dixwaze were nirxandin. Ber bi dawiya sala 2021’an vesaziya wê li eniya herî pêş a Zapê ango herema Ertuşê çêdibe. Ew ji payîza 2021’an heta bihara 2022’yan weke endama rêveberiya yekîneya bi tevger a eyaleta Zapê tevlî xebatan dibe. Bê rawestan, bêyî ku nîşaneyên westandinê lê xuya bike, bêyî ku rojek nerazîbûnek bîne li ser ziman, bi coşek pir mezin xwe tevlî dike û rêhevalên xwe jî bi xwe re diherikîne. Zîlan li vir jî bûye nûnera baweriyê, tevahî hevalên wê mîna çiyayan pişta xwe lê rast dikin êdî. Lewra ew fermandarek ji biryargehan biryaran dinivsîne nîne, ew fermandarekî ku fermana yekem dide xwe ye. 17’ê Nîsana 2022’yan neyar bi tevahî hêza xwe ya ‘tenekeyan’ ve êrîş dibe ser herema Zapê. Zîlan li refên herî pêş e. Di navbera wan û neyar tenê dimîne 50 mîtro. Li vir bê didûlî û bi xwînsariyek herî mezin, roketa B7 hildide li ser milan û li nav koma dagirkeran dide. Herî dawî ji bo radestiyê û dagirkeriyê di zik hevde bikuje, ya ku bombeya xwe mîna Xwedawend Zîlan di xwe de diteqîne ew e…
Zîlan Rûstem, di roja duyemîn a cenga rizgariyê de ango 18’ê Nîsana 2022’yan de di eniya herî pêş de digihêje bêmirîniyê. Zîlan Rûstem, ew jina ku bi cedwelên kefa destê xwe, ji me re nexşeya welat xêz dike. Lewra em deyndar û mînnetdarên wê ne.