Di peyama hevpar a FEDA û DAKB’ê de, hate destnîşankirin ku Salih Muslim di têkoşîna gelê Kurd, civaka Elewî û gelên bindest de kesayetek girîng bû û ev tişt hat gotin, “Giyanên hêja, em ji dil êşa gelê Kurd, civaka Elewî, gelê Rojava û Sûriyeyê û hemû bindestan parve dikin. Em sersaxiyê ji hevrêyên têkoşer Salih Muslim re, malbata wî û hemû bindestan re dixwazin.”
Di peyama sersaxiyê de, hat gotin ku Salih Muslim, di nava têkoşînê de kurek xwe şehîd daye, kesayetek ku sekneke bi rûmet nîşan da û di têkoşînê de kesayetek girîng bû.
FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ew ê Salih Muslim bi kesayetiya wî ya berxwedêr û fedakar û dilsoziya wî ya bi gel û têkoşînê re her tim bi bîr bînin. Di daxuyaniyê de, her wiha sersaxî ji malbata wî, gelê Kurd, civaka Elewî û hevrêyên wî yên têkoşînê re hat xwestin.

