Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, divê tedbîrên lezgîn bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Keziyên hûnandî: Çîroka hêz, evîn û hebûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Darayî ya Başûr wê 500 milyon dînar alîkarî bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ereb ê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar ji bo Rojava bang li Başûrê Kurdistanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes bi navê ‘Şehîd Deniz’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên gengaz çek rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Li gundên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrîşên xwe didomînin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê gundê Xirab Îşkê bi obusan bombebaran dikin
Çete bi dronan êrîşî başûrê Çilaxa kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fîlozof Lowy: Fikrên Abdullah Ocalan cihê îlhamê ye!
Rojane

Fîlozof Lowy: Fikrên Abdullah Ocalan cihê îlhamê ye!

Fîlozof Prof. Michael Lowy diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji bo tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê û got, bicihhatina biryarên kongreya PKK'ê jî bi gavên şênber ên dewletê ve girêdayî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meseleya Kurd û lêgerînên aştiyê yên têkildarî vê pirsgirêkê ne tenê qadeke têkoşînê ya siyasî her wiha nîqaşên kûr ên teorîk û îdeolojîk jî bi xwe re tîne. Biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û nêzîkatiya Rêber Apo ya paradîgmayî ya li pêvajoyê di siyaseta Tirkiye û herêmê de weke nîşaneya serdemeke nû tê dîtin.

Yek ji nûnerên girîng ên kevneşopiya Marksîst fîlozof û civaknas Michael Lowy mijar ji ANF’ê re nirxand.

Michael Lowy bi bîr xist ku beriya çend hefteya wî serdana Amedê kir, li wê derê derfet dît ku bi hevalên xwe yên ji çep a Kurd biaxive û got, “Min dît ku bi hêviyeke mezin bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Hêvî dikin ku ev yek bibe destpêka serdemeke nû. Di heman demê de ji hikumeta Erdogan jî nîşaneyên şênber ên li ser destpêkirina pêvajoyê hêvî dikin. Heta niha ji aliyê hikumeta Erdogan ve gaveke şênber nehatiye avêtin.

Yanî girtiyên siyasî yên Kurd hîn jî girtî ne. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, bi sûcdariyên absurt girtî ne. Gelek mirovên ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin hîn jî girtî ne. Ji Erdogan gavên şênber hêvî dikin ku nîşan bide hin gişt têne guhertin.”

Lowy biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê jî bi vî rengî nirxand:

“Bi dîtina min banga Ocalan bi cih anîn; ji ber ku damezrîner e, îdeolog û lîderê dîrokî ye. PKK jî li gorî banga Ocalan tevgeriya. Eşkere kirin ku şer rawestandine û nêta wan heye ku PKK’ê fesix bikin. Bêguman hin garantiyan dixwazin. Heta niha ev garantî nehatine dayin.

Bi qasî ku min fêhm kir, PKK garantiyan dixwaze ku karibe tevlî jiyana siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê bibe. Yanî divê mirov li bendê bisekine û bibîne bê wê çi bibe.

PKK gihîşt wê encamê ku bi têkoşîna çekdarî nikare bigihêje cihekî; ku ev yek encameke rast e. Li gorî min di nava şert û mercên nû de ev yek berhemdar nîne. Dewamkirina têkoşîna çekdarî encamekê bi xwe re nîne. Di vir de mafdar in. Lê belê bêyî garantiyekê fesixkirina rêxistinê û nebûna derfetê karê demokratîk û qanûnî; ev yek aqilane nîne. Lewma ez baş fêhm dikim bê çima garantiyan dixwazin.

Bi dîtina min daxuyaniya PKK’ê cihê baweriyê ye ku gotibû, ‘Em amade ne xwe fesix bikin, dawî li karên çedkarî bînin’. Ne bawerim ku nêta wan hebe ku çalakiyên çekdarî dewam bikin. Lê belê heta ku ji aliyê din tiştekî wernegirin wê dest ji çekê bernedin. Di vir de bersiv divê ji hikumeta Tirkiyeyê bê. Heta niha nîşaneyeke bi vî rengî nayê dîtin. Girtî hîn jî li girtîgehê ne.

Ji ber vê yekê dibe ku niha pêvajoyek hatibe destpêkirin, lê belê fesixkirina PKK’ê ne tiştekî welê ye ku di nava çend rojan de pêk were.”

Ji bo pirsa “Weke ramangerekî dijberê kapîtalîzmê, hûn difikirin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bibe hêviya alternatîfekê?” Michael Lowy got, “Belê, bi dîtina min weke şêweyê rêxistiniyeke siyasî û civakî ya alternatîfê kapîtalîzmê, ev yek hewldaneke gelekî balkêş e. Modeleke hem civakî -her wiha mirov dikare bibêje sosyalîst e- hem jî ekolojîk û femînîst e. Bêguman şert û mercên li Rojava zehmet e; lewma bicihhatina vê perspektîfê bi temamî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê jî ev vîzyon îlhamê dide çalakiyên aktîvîstên şoreşger ên ku berê xwe didin Rojava.

Û ev yek jî Rojava li cîhanê dike yek ji tecrûbeyên herî balkêş, li gel tevgera Zapatist a li Chiapasê.”

Lowy weke teorîsyen û civaknasekî Marksîst, rexneyên Rêber Apo û PKK’ê yên li Marx bi vî rengî şîrove kir:

“Ez Marksîst im, lê belê xwe bi giranî weke Marksîstekî libertaire (azadîparêz) pênase dikim. Yanî Marksîstekî welê me ku li gorî min, ji gelek fikrên anarşîstan sûd dikare bê wergirtin. Lewma bi sempatî nêzî nivîsên Murray Bookchin dibim ku îlham da Ocalan. Di heman demê de li gorî min ekolojî jî meseleyeke bingehîn e; ev jî nuqteyeke din a hevpar e. Her wiha fenîmîzma ku Ocalan destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.

Ez van hemûyan gelekî hêja dibînim. Bêguman hin fikrên min ên cuda jî hene -mînak lêgerîna li plansaziyeke ekososyalîst. Dibe ku ev ye ji pêşniyarên Ocalan an jî yên hewl tê dayin li Rojava bi cih bê anîn hinekî cudatir be. Lê belê ez îdîa nakim ku xwedî çareseriya mutleq a her pirsgirêkê me. Li gel hemû zehmetiyan jî weke ku min got, tecrûbeya Rojava îro li cîhanê yek ji tecrûbeyên herî balkêş e.

Lê belê ev gotinên ku min qalê kir, nayê wê wateyê ku min dest ji fikrên xwe yên Marksîst berdaye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PARÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsyayê Wagner ji Malî vekişand, dixwaze bi Efrîqa re hevkariya leşkerî zêde bike
Nûçeya Pişt re Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Biryara cezayê girtîgehê derbarê Seroka TBB’ê Fîncanci hate erêkirin

2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” li…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurkçu: Beriya her tiştî biryarên Konseya Ewropayê bi cih bînin

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku biryara PKK'ê hêviya ji bo çareseriyê mezin kir û têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Komkujiya 33 Guleyan hate protestokirin

Komkujiya 33 Guleyan a ku dewleta Tirk 81 salan beriya niha pêk anî li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?