Li gorî lêkolîn û karekî nû ku di çarçoveya rûniştina 7’emîn a Meclîsa Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEA) ya li Nairobiyê de hate weşandin, fînansmana ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk a li cîhanê dûrî armancên xwe ye. Armanca 30×30 ku li gorî Çarçoveya Cihêrengiya Biyolojîk a Global a Kunming-Montrealê hate diyarkirin û ji xwe re kir armanc ku heta sala 2030’î herî kêm ji sedî 30 ê qadên bejahî û okyanûsên cîhanê biparêze, ji ber kêmaniya fonên navneteweyî bi rîskê re rû bi rû ye.
Rapora ku ji aliyê Induforê ve hate amadekirin û ji aliyê Campaign for Nature, Pew Charitable Trusts û Rainforest Foundation Norway ve hate fînansekirin, ji çarçoveya ku lîderên cîhanê sala 2022’an qebûl kirin û vir ve yekemîn analîza destpêkê ya berfireh a li ser herikîna fonê navneteweyî pêşkêş dike. Li gorî raporê li welatên ku bi pêş dikevin, fonên navneteweyî yên ji bo piştgiriya bi karên parastina xwezayê têne dayin, di deh salên dawî de ji sedî 150 zêde bû û sala 2024’an derket ser 1 milyar dolarî, lê belê ev zêdebûn hîn jî ji bo pêkanîna armanca 30×30 rêjeyeke gelekî kêm e.
Ji nivîskarên raporê Michael Owen bal kişandin ser kêmasiya li daneyên ji raya giştî re vekirî yên têkildarî herikîna fonan a ji bo qadên têne parastin û got, “Şefaftiya di navbera donoran wekhev nîne. Ji bo mirov fêhm bike bê armanca 30×30 di kîjan rewşê de ye, daneyên pêwîst belawela ne. Panela Fonkirinê ya 30×30 ji bo navendîkirina van daneyan û nîşandana rewşa heyî ye.”
Rapor diyar dike ku fînansmana salane ya welatên pêşketî ji bo parastin û rêvebirina qadên têne parastin pêwîstî pê heye, kêmî 4 milyar dolarî ye. Halbûkî ji bo avakirina qadên nû yên bêne parastin, ji bo piştgiriya bi parêzvanên li qadên heyî yên têne parastin û ji bo karên parastina civakên xwecihî û gelên xwecihî bêne meşandin heta sala 2025’an fona ji 4 milyar dolarî, heta 2030’î jî fonek ji 6 milyar dolarî divê.
Dîrektorê Campaign for Nature Direktörü Brian O’Donnell anî ziman ku bi taybetî dewletên giravî yên biçûk û ekosîstemên okyanûsê bi rengekî cidî konekî kêm werdigirin û got, “Fînansmana parastina deryayê divê tavilê bê zêdekirin. Naxwe rawestandina tinebûnê, pêkanîna armancên avhewayê, parastina ba, av, hewa paqij, tenduristiya xwezayê wê nepêkan be.”
Ji Rainforest Foundation Norwayê Anders Haug Larsen jî got, “Hem ji aliyê mobîlîzasyona çavkaniyan ve hem jî di mijara parastina xwezayê de rêya me gelekî dirêj e. Divê hikumet, donor û aktorên xwecihî -bi taybetî gel û civakên xwecihî- bi hev re tevbigerin. Dem kêm dibe.”
Li gorî daneyan ji sala 2014’an û vir ve fonên navneteweyî zêde bû bin jî parvekirina wê dûrî ji hevsengiyê ye. Efrîkayê heta sala 2024’an ji sedî 48 ê fonên parastinê yên navneteweyî wergirt. Dewletên Giravî yên Biçûk bi 48 milyon dolar ên salane tenê ji sedî 4.5 ê fonan bi dest xistin.
Her wiha ji sedî 82 ê fonan ji bo xurtkirina qadên heyî yên têne parastin hate bikaranîn, parastina qadên nû gelekî kêm ma. Ekosîstem a deryayê li gel ku ji sedî 71 ê gerstêrkê ye, tenê ji sedî 14 ê fonên navneteweyî jê re hate bikaranîn.
Rapor destnîşan dike ku ji bo armancên heta sala 2030’î hatine destnîşankirin bi cih bêne anîn, divê fonên parastinê yên navneteweyî salane herî kêm ji sedî 33 bêne zêdekirin.

