Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Şirnexê daxuyanî: Bijî berxwedana Rojava!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Berxwedana li Rojava wê bi yekîtiya neteweyî bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan, Colemêrg û Bazîdê çalakiyên ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê mamoste û xwendekar ji bo Rojava daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên gengaz çek rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Li gundên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Franco Danieli: Aliyê Kurd amade ye; helwesta dewleta Tirk ne cihê baweriyê ye
Rojane

Franco Danieli: Aliyê Kurd amade ye; helwesta dewleta Tirk ne cihê baweriyê ye

Dîplomatê Îtalyayî Franco Danieli diyar kir ku li gel gav û hewldanên Rêber Apo jî helwesta aliyê Tirk ne cihê baweriyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Franco Danieli yê hiqûqnas ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve dişopîne, Rêber Apo weke aktorê esasî yê çareseriya pirsgirêkê pênase kir û ji bo serketina pêvajoyê işaret bi girîngiya azadiya wî kir.

Dîplomat Franco Danieli Rêber Apo şiband qehremanên neteweyî yên dema Risorgimento ya Îtalyayê û got, “Giuseppe Garibaldi û Giuseppe Mazzini yên ji bo rizgariya Îtalyayê têkoşiyan çi be, Ocalan jî bi gelê Kurd ew e. Lîderî dîrokî yê gelê Kurd e, divê bê berdan.”

Dîplomatê Îtalî ragihand ku pêvajoya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyeke mezin e û destnîşan kir ku helwesta dewletê bi taybetî ya Erdogan ne cihê baweriyê ye.

Danieli ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku pêvajoya diyalogê ya dewam dike di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê tê wateya hêviyeke mezin. Danieli işaret bi gavên dîrokî kir ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatin avêtin û helwesta dewleta Tirk rexne kir ku ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber neavêtiye. Danieli got, nêzîkatiya dewletê ne cihê baweriyê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Berê jî pêvajoyên bi heman rengî qewimîn û ji ber helwesta dewletê bi ser neket. Em di demeke nû de ne. Komîsyonek heye ku di bin sîwana parlamentê de hatiye avakirin û hevdîtin bi Ocalan re kir. Ocalan nexşerêyek pêşniyar kir, lê belê aliyê dewletê hîn helwesteke şênber nîşan nedaye. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyeyek heye ku muxatabê Erdogan, partiya wî û dadgerên wî ye. Nepêkane ku mirov Tirkiyeyê weke welatekî demokratîk pênase bikin. Cudahiya navbera hêzan nîne, dadgerî serbixwe nîne.”

‘DEMOKRATÎK BÛN, AN JÎ PARASTINA DESTHILATDARIYÊ?’

Danieli ragihand ku pirsgirêka diyarker a li ser pêvajoyê helwesta Erdogan e û destnîşan kir ku çareserî û aştiyeke rasteqîn tenê li welatekî demokratîk dikare pêk were. Danieli diyar kir ku helwesta Serokkomar Erdogan û kiryarên antî demokratîk ên li hemberî muxalefetê yên di vê demê de têne kirin li gorî ruhê pêvajoyê nînin û got, “Armanca Erdogan çi ye? Gelo demokratîkbûn e yan jî parastina desthilatdariyê ye? Bêguman armanca xwe parastina desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê di mijara samimiyeta ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de nikarim jê bawer bikim. Di vê demê de zextên siyasî yên li ser CHP’ê, doza Îmamoglû û ragirtina siyasetmedarên din li girtîgehê, radixe pêş çavan bê rewşa serxwebûna dadgeriyê li Tirkiyeyê çi ye. Li welêt cudahiya navbera hêzan nîne. Bi hikumet û dewleteke ku demokratîk nîne muzakere tê kirin. Ev rewş ne cihê baweriyê ye. Li gel van hemûyan divê mirov muzakereyan dewam bikin, têkoşîna ji bo demokratîkbûna welêt dewam bikin.”

‘ABDULLAH OCALAN FIKREKÎ RAST AFIRAND’

Danieli anî ziman ku di rêya ber bi çareseriyê ve rola Rêber Apo diyarker e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ocalan lîderek e ku gelê Kurd temsîl dike. Li gorî min, Giuseppe Garibaldi û Giuseppe Mazzini yên ku di sedsala 19’an de ji bo Îtalyayê ji Awûstûryayê rizgar bikin têkoşiyan ji bo Îtaliyan têne çi wateyê, Ocalan jî ji bo gelê Kurd tê heman wateyê. Ocalan mirovek e ku dîroka gelê Kurd nivîsandiye. Biryarên ku wergirtiye li ser pêvajoyên dîrokî yên dhan salan nirxandiye. Em di demeke welê de ne ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya ye, şerên herêmî diqewimin û li cîhaneke welê ne ku Papa Francesco ji bo wê digot ‘Şerê cîhanê yê sêyemîn ê parçebûyî’. Ev hemû dît û li gorî min fikrekî rast afirand Qala demokratîkbûna Tirkiyeyê dike Em alîgirê demokrasiyê ne? Belê. Wê demê ev nêzîkatî rast e.”

‘GELEKÎ ERÊNÎ Û GUNCAW E’

Dîplomatê Îtalyayî Danieli işaret bi modelên xweseriyê yên berfireh ên li Ewropayê kir û mînaka Alto Adige (Tirol a Başûr) a li Îtalyayê da: “Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn me Alto Adige ji Awûstûryayê stand. Me ziman û çanda wê parast. Mirovên li wê derê ne niha di nava aramiyê de ne. Ev yek modeleke xweseriyê ya cidî ye. Fikrên ku Ocalan pêşniyar dikin jî gelekî erênî ne û dikarin bi cih bêne anîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wezîfe û berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî jî. Mixabin Neteweyên Yekbûyî niha bêkêr e. Yekîtiya Ewropa jî ji ber polîtîkayên Trump û Putin lawaz bûye. Li gel vê yekê jî Ewropa dikare zexta demokratîk li ser Tirkiyeyê zêde bike. Ewropa ne di wê hêzê de ye ku piştgiriya vê pêvajoyê bike, lê belê ji bo ev firsend ji aliyê hikumeta Tirk ve bê nirxandin dikare zorê bide hikumeta Tirk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fonên ji bo cihêrengiya biyo bi milyaran dolarî kêm e
Nûçeya Pişt re Federasyona Gaziyan: Em ê rohniya xwe ya hêviyê ti carî ji bîr nekin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Şehîd Fîras El Casim hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fîras El Casim bi merasîmê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê girtî li dijî darvekirinê di greva birçîbûnê de ne

Mehkûmên siyasî yên li girtîgeha Dastgerd a li bajarê Îsfahan a Îranê, tevlî çalakiya greva…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê KNK’ê Ahmed Yaman wefat kir

Konseya Rêveber a KNK’ê ragihand ku endamê Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê Ahmed Yaman koça…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?