Şemî, 18 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PES’ê de axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê li dijî destdirêjiyê ‘Nobeda Edaletê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ber bi Amedê ve bi rê ketin: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Fehmî Tosûn hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Elewiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Em ê vê carê bi ser bikevin, aştî wê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ şehîdên Metînayê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fûat Kav: Xwestin gelê Kurd li Girtîgeha Amedê tine bikin
Rojane

Fûat Kav: Xwestin gelê Kurd li Girtîgeha Amedê tine bikin

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav anî ziman ku armanca Hîtler a li kampan çi bû, armanca pêkanînên li Girtîgeha Amedê jî ew bû û got: “Di şexsê girtiyên li Girtîgeha Amedê de xwestin vîna neteweya Kurd bişkînin. Çalakiya hevrê Mazlûm nexşerê nîşan da."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav têkildarî Girtîgeha Amedê ya ku navenda êşkencexaneya dewleta Tirk bû û manîfestoya berxwedanê ya ku şoreşgerên PKK’ê li dijî feraseta îmhayê derxistin holê, ji ANF’ê re nirxand. Em beşa yekem a hevpeyvînê diweşînin.

 

Fûat Kav anî ziman ku dema ku behsa Girtîgeha Amedê tê kirin, helbet tenê bi êşkenceyê yan jî bi Esat Oktay Yildiran û Kemal Yamak re îfadekirina wê têrê nake û got: “Divê Girtîgeha Amedê weke hovîtiya ku li ser netewekê û gelekî hat meşandin bigire dest.  Ji ber ku girtiyên li wir girtiyên Kurd bûn, kadroyên pêşeng ên PKK’ê bûn, êşkence û pêkanînên li ser Kurdan û neteweya Kurd hatin kirin.”

‘MÎNA KAMPÊN HÎTLER BÛ’

Kav ev nirxandin kirin:

“Armanc û pêkanînên Hîtler ên li kampên Şerê Cîhanê yê Duyemîn çi be, armanc û pêkanînên li Girtîgeha Amedê jî ew bû. Dema ku behsa Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê tê kirin, tenê armanca wan ne tenê êşkenceyeke demkurt li komek an jî kadroyên pêşeng ên PKK’ê bikin, ne jî pêvajoyeke wehşetê bû. Hegke wê rojê di armanca xwe de bi ser ketibana, ger girtî teslîm bibûna û xiyanet kiribana, helbet wê di salên pêş de PKK gelek mezin winda bikira. Ji ber ku Serok Apo li derve bû, ne zehmet bû ku PKK xwe ji nû ve rêxistin bike. Lê wê demek dirêj bajota. Ji ber teslîmbûna girtiyên li Girtîgeha Amedê  dihat wateya îxanetê û tasfiyekarî wê kûr bûbûya.

‘GIRTIYAN XETA PKK Û NETEWEYA KURD PARASTIN’

Li Girtîgeha Amedê hem armanc û hedefên dijmin û hem jî hedef û armancên girtiyan bi awayekî xwezayî stratejîk bûn. Yên ku rejîma 12’ê Îlonê afirandibûn, ji bo teslîmgirtina Girtîgeha Amedê proje û konsept çêkirin. Armanca wan ew bû ku hemû girtiyan teslîm bigirin û li dadgehê li xwe mikur bûn. Armanca girtiyan ew bû ku li dijî vê yekê têbikoşin. Yanî teslîmbûn dihat wateya xiyanetê. Parastina PKK’ê, xeta PKK’ê, îdeolojiya PKK’ê û helbet parastina neteweya Kurd û gelê Kurdistanê li wir bû. Wan digot; ‘Me Kurdan xistiye gorê, îro jî li vir wan têxin gorê; yanî em ê li Girtîgeha Amedê têxin gorê’. Girtiyan bi taybetî Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalên din gotin; ‘Na, we berê Kurdan xist gorê. Serok Apo ji bo vejandina Kurdan li rê û rêbazekê digeriya û PKK’ê ava kir. Lewma armanc û hedefa sereke ya PKK’ê  ew bû ku neteweya Kurd û gelê Kurd ê ku di betonê de hatibû veşartin, ji wir derxe û ji nû ve vejîne. Armanc dayîna fikir, dayîna mejî, dayîna ruh, dayîna jiyanê bû. Di vê wateyê de Girtîgeha Amedê di navbera du hêzan de, du hêzên ku dixwestin hev tine bikin û stratejiyên her du hêzan jî hatibûn beramberî hev. Yek ji wan teslîmiyet û îxanetê ferz dikir ku ev stratejî û konsepta dijmin bû û ya din jî girtiyên şoreşger li dijî vê konsept û stratejiyê têdikoşiyan, teslîm nebûn.

HEMÛ RÊBAZÊN ÊŞKENCEYÊN LI CÎHANÊ BI KAR ANÎN

Ji bo ku cûnta bigihêje armanca xwe, diviyabû amûrên herî guncav bihatana afirandin. Yek ji van amûran êşkence bû. Êşkenceya ji ya herî hov heta ya herî nerm dihat sepandin. Li cihanê çend cureyên êşkenceyê hebûn, çend dewletan cureyên êşkenceyê îcad kirine, êşkencekaran çend rêbazên êşkenceyê dîtine hemû li Girtîgeha Amedê pêk anîn. Ji hemû pêkanînên li Amerîkaya Latîn hatine kirin bigirin, her cure êşkenceyên ku ji serdema Osmaniyan mane di nava 3-4 salan de li me hatin kirin.

Di germa havînê de, yanî di germahiya 50 pileyî de, girtiyan bi tazî li erdê ser betonê dikişandin. Zivistanê di bin berfê de girtiyan tazî dikirin û dixistin nav berfê. Girtî dixistin çalên daşîrê. serê wan dixistin wê çalê. Carna bi deqeyan û carinan jî bi saetan di wir de dihiştin. Bi taybetî jî dixistin feleqeyê. Jixwe birçîbûn û tîbûn weke şêweyekî êşkenceyê bi awayekî pir kûr dihate meşandin. Bi daran tecawizî girtiyan dikirin. Ez van êşkenceyan di nava deqeyekê de dibêjim lê wê demê bi şev û roj van êşkenceyan dikirin. Yanî 24 saetan êşkence dikirin.

Lê êşkenceya herî mezin a îdeolojîk bû û ew jî qedexekirina Kurdî bû. Dema me bi malbatên xwe re hevdîtin dikirin, axaftina bi Kurdî qedexe bû. Ji sedî 95 malbatên me bi Tirkî nizanî bûn. Ji ber ku bi Tirkî nizanin tenê dihatin. Deqeyekê, du deqeyan li çavên me dinêrîn û paşê diçûn. Eger gotinek Kurdî bi xeletî bihata gotin, bi saetan êşkence li girî û malbatên wan dikirin. Piştî êşkenceyê ew dişandin malê. Carna malbat jî digirtin. Mînak parêzer jî dihatin girtin, malbat jî ji ber ku bi Kurdî diaxivîn dihatin girtin. Li cihê serdanê tabelayek hebû û li ser wê nivîsandibûn: ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’. Di alî de serdan jî dibê rengekî êşkenceyê.

Esat Oktay Yildiran di dagirkirina Qibrisê ya 1974’an de fermandarê kampa dîlên Qibrisî û Yewnanî bû. Ew şefê ewlekariya navxweyî bû. Ew Kemal ê ku Fermandarê Kolorduya 7’an Kemal Yamak e. Di heman demê de ew yek ji wan berpirsên sereke yê yekemîn rêxistina taybet a kontra-gerîla ya li Tirkiyyeê bû. Jixwe wî mûçeya xwe ji Amerîkayê digirt. Ev fermandarê kKolorduya 7’an bû. Helbet berpirsiyarê sereke yê girtîgehê jî ew bû. Dadger û dozger jixwe tîmek bûn. Bi qanûn û zagonan hewl dida me bêbandor bikin. Yanî bi cezayan vê yekê dikirin. Esat Oktay rêxistinek bi navê Yekîtiya Kemalîstên Ciwan ji îtîrafkaran pêk dihat, ava kiribû. Mînak Şahîn Donmez, Yildirim Merkît, Hidir Akbalik… Hemû jî îtîrafkar bûn. Êşkence li girtiyan dikirin û wan dikişandin nava tora îtîrafkaran. Ji ber ku piraniya wan li derve berpirsiyar bûn, wan dizanibû bê kî li ku ye û çi dike. Ji ber vê yekê jî diçûn qawîşan û bi ser wan de digirtin. Bê kî çi dike tev ji wan re digotin û piştre li dadgehê wan eşkere dikirin û wan dikirin îtirafkar.

Koma êşkenceyê ya ji sê kesan pêk dihat di bin serokatiya Esat Oktay Yildiran de hatibû avakirin. Ev kom xwe bi navê qanûn û hiqûqê pênase dikirin. Her wiha komek îtîrafkaran jî hebû. Girtiyên ku ne di nava wan debû ji sibê heta êvarî êşkene li wan dihat kirin. Ji ber vê sedemê pêvajo ewqas giran bû ku girtiyan anîbûn asteke ku êdî nikarin li ber xwe bidin. Ya herî kêm ji sedî 60 girtiyan nizanîbûn wê çi bikin û çawa tevbigerin. Ji ber vê yekê wan riya xwe winda kiribûn, wan nexşerêya xwe winda kiribûn.

Li aliyê din îtîraf û xiyanet hat belavkirin. Helbet girtiyên ku nexwestin xiyanetê bikin û teslîm nebûn bi êşkenceyê re rû bi rû man. Lê di bin van êşkenceyên giran de, gelek kes perçiqandin, westiyabûn, nexweş bûn, çerm û hestî mabûn. Lê li aliyê din êşkence li kesên ku teslîm bûbûn jî dikirin. Yanî êşkence li her derê hebû. Eger hûn teslîm bibin jî, xilasiya we tine bû. Teslim bibin jî xilasî tune bû. Teqez dê êşkenceyê li we bihata kirin. Ji van îtîrafkaran tenê çendek wek Şahîn Donmez, Yildirim Merkît, Hidir Akbalik kudihatin bikaranîn, êşkenceya hovane li wan nedikirin. Serê kûçikê Esat Oktay dişuştin, dixistin hemamê û paqijiya wî kontrol dikirin. Di vî warî de, me cihekî wekî dojeh derbas kir.

XWESTIN GELÊ KURD QIR BIKIN!

Dikarim bibêjim ku girtiyan di tariyê de li ber xwe didin. Ne pêkan e ku mirov Girtîgeha Amedê bi hevokekê vebêje. Ji ber vê yekê hûn dikarin jê re bibêjin labîrentek tarî, an jî hûn dikarin jê re bibêjin labîrent. Hûn dikarin jê re bibêjin serdema wehşetê. Her wiha hûn dikarin bibêjin ku ew qada ku herî zêde êşkence û pêkanîn lê hat kirine. Hûn jî dikarin bibêjin cihê ku neteweya Kurd û gelê Kurd lê dihat qirkirin. Yanî mirov dikare jê re bibêje qirkirina gelê Kurd.”

‘LÊGERÎN DESTPÊ KIRIBÛ, DIVÊ TIŞTEK BIHATA KIRIN…’

Kav diyar kir ku lêgerîna girtiyan a li dijî pergala faşîst a êşkencekar ji bo tiştekî bê kirin dest pê kir û wiha berdewam kir:

“Niha em hatin asteke wisa ku hevalê Mazlûm, hevalê Kemal, hevalê Hayrî dest bi lêgerîna tiştekî kirin. Yanî dest bi lêgerînê kirin. Eger rewş nehata sekinandin rastî wê qirkirinek derketa holê. Ji ber vê yekê jî hevalê Mazlûm Dogan di wê baweriyê de bû ku divê ev bê rawestandin û di şeva 21’ê Adara 1982’an de xwe bi 3 darikên kibrîtê canê xwe feda kir. Helbet ev çalakiyeke fedaî ya di asta herî jor de bû û di heman demê de nexşerêyeke pir zelal nîşan da.

Hevalê Mazlûm bi çalakiya xwe peyama; ‘Heke hûn nekarin rêyekê bibînin, we nexşerêya xwe bi tevahî winda kiriye û hûn nizanin bê çi bikin û çawa bikin. Hingê çalakiya min ev nexşerê bi bi xwe ye. Rê û rêbaza ku tu lê digerî ev e, yanî çalakiya min e. Tu di tariyê de bî, ez ronahî me û ronahiyê vedikim. Ez çirûskekê vêdixim, tu jî li gorî vê çirûskê, li gorî vê rêyê, li gorî vê nexşeyê bimeşî. Ji ber vê yekê, li şûna teslîmbûn an jî xiyanetê, hûn dikarin riya çalakiya min hilbijêrin’ da. Banga hevalê Mazlûm bi rastî jî li ser vê bingehê bû.

Bi rastî jî banga hevalê Mazlûm Dogan yekser ji aliyê girtiyan ve hat fêmkirin. Yanî nehat gotin: ‘Çima Mazlûm Dogan xwe feda kir? Li şûna lêgerîna çima wisa kiriye, nêzîkatiyeke şîrovekirinê ya weke ‘rê ev e, heqîqet ev e, ger rêyek hebe divê wisa be’ derket holê. Hema piştî wê di 17’ê Gulana 1982’an de hevalê Ferhat Kurtay û sê heval xwe şewitandin û feda kirin. Gotin; ‘Rêya hevalê Mazlûm Dogan hilbijart. Heta niha me nizanîbû em ê çi bikin. Hevalê Mazlûm Dogan wê demê xwe feda kir. Em ê jî xwe feda bikin. Em ê jî li ser rêya ku wî vekiriye bimeşin. Û bi rastî ew meşiyan. Ronahî vêketibû. Di wê tarîtiyê de êdî her kes dihate dîtin. Em ê li ser wê rêyê bimeşin’. Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Ferhat Kurtay û hevalên din bi vî awayî xwe feda kirin.

EV NE XWEKUŞTIN E, ÇALAKÎ YE; AVÊ LÊ NEKIN!

Dibe ku li gelek deverên cihanê ji bo protestoyê gelek kesan bi serê xwe, xwe şewitandibin, lê li tu derê cihanê nehatiye dîtin ku çar girtî li hev kom bibin û li quncikekî nepenî bi neftê xwe bişewitînin. Lê belê kesên ku di îdeolojiya PKK’ê de xwe pêş xistine, polîtîkayên wê derxistine zanyariyê, kesayet û exlaqê wê fêm kirine dikarin vê bikin. Hevalê Ferhat û hevalên wî bi vê çalakiyê li cihanê bûn mînak. Dema girtîbli ser agir de dimeşiya, xwestin avê lê bikin, ji nav agir qêrînek bilind bû û gotin; ‘Avê lê nekin, lêkirina avê îxanet e.  Ya me ne xwekuştin e, ya me çalakiyek e. Çalakiyeke protestoyî ye. Li hemberî dijmin me çalakî kir’.

Piştî çalakiya hevalê Mazlûm Dogan jî êşkence berdewam kir, xiyanet berdewam kir û kêm nebû. Çaran çalakî pêk anîn, lê dîsa tu guhertin çênebû. Helbet çima tu guhertin çênebû? Ji ber ku dijmin planeke wisa çêkiribû û konsepta ku digotin ‘Em ê teqez PKK’ê li Girtîgeha Amedê biqedînin’ pêk dianîn. Ji ber vê yekê jî bi yek-du çalakiyan ne pêkan bû ku ev konsept têk biçe. Di vê perspektîfê de çalakiyeke din, çalakiya sêyemîn hewce bû.

Hevalê Hayrî Durmuş, hevalê Kemal Pîr û hevalê Mustafa Karasû di şaneyên qatên 4 û 3’an de bûn. Çalakiya Mazlûm cuda bû. Çalakiya Çaran hîn cudatir bû. Wê demê divê cureya vê çalakiya 3’yemîn jî cuda be. Piştî biryara çalakiyê helbet diviyabû li dadgehê daxuyanî bihata dayîn. Ji bo ku hemû girtî bibihîzin diviyabû doza sereke ya Rihayê bihata vekirin. Di çalakiya yekem de hevalê Mezlûm bû yek, di ya duyemîn de jî ya Çaran bû. Ji ber vê yekê di çalakiya sêyemîn de dikaribû bi dehan be. Ji bo ku bi dehan kes beşdar bibin pêwîstî bi çalakiyeke girseyî ya zêde hebû. Lê heyeta dadgehê bi îhtimaleke mezin fêhm kir ku heval Hayrî Durmuş dê bikeve tevgerê yan jî hin daxuyaniyên rexnegir bike. Loma jî mafê axaftinê li du daneşînan nedan wî. Ew her car sekinî. Ji ber vê yekê bi awayekî xwezayî çalakiya 14’ê Tîrmehê, ango çalakiya rojiya mirinê dawiyê dest pê kir.

SIBÊ: Girtîgeha Amedê li dijî îmhayê manîfestoya berxwedanê çêkir

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Armanca êrîşên dagirkeriyê zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo girtiyên ku berdana wan tê astengkirin, serlêdan hate kirin

Baroya Amedê ji bo girtiyên ku berdana wan tê astengkirin, serî li 4 saziyan da.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê dijminatiya li dijî zimanê Kurdî hate protestokirin

Li Rihayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdî û saziyên zimanê Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervana YPJ’ê Vejîn Hesekê: Pîrozkirina Newrozê xwedîderketina li şehîdan e

Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê ji eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Cejna Newrozê pîroz kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PES’ê de axivî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê li dijî destdirêjiyê ‘Nobeda Edaletê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?