Gelê Şengalê piştî êrîşê li cihê ku wesayîta sivîl hedef hat girtin kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel ve hat dayîn. Neam Bedel diyar kir ku ew hevkariya dewleta Iraqê ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin û got: “Em ji dewleta Iraqê re dibêjin dest ji vê xiyaneta xwe berdin. Êrîşa ku îro li ser zarokên me pêk hatiye bê agahiya dewleta Iraqê pêk nehatiye. Ji ber ku cihê bûyerê ji herdû milan ve nêzî artêşa Iraqê bû. Êrîş li nêzî noqteyên artêşa Iraqê pêk hat.”
Neam Bedel anî ziman ku dewleta Tirk dijminatiya hebûna Êzdiyan dike û wiha domand: “Gazinca me ji dewleta Iraqê ew e ku rê dide êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê. Dewleta Iraqê bi vê bêdengiya xwe ber bi tinebûnê ve diçe lê haya wê jê nîne. Erd û ezmanê rojana ji aliyê dewletan ve tê dagirkirin û ti helwesta wê li hember van kiriyaran nîne. Tênê ji civaka Êzidî re jêhatiye û gelê Êzidî bi van êrîşan re rû bi rû dihêle.”
‘BILA DEWLETA IRAQÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKE’
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel bi bîr xist ku yên ax û rûmeta Iraqê parastin civaka Êzidî û wiha pêde çû: “Iraq bi saya berxwedana gelê Êzidî û ev zarokên me li ser linga ma. Lê Iraq îro berovajî vê tevdigere û hevkariya dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk wan zarokên me yên ku ax û rûmeta Iraqê parastin dike hedef û şehîd dike. Bila Iraq helwesta xwe li hember civaka Êzidî zelal bike. Ger em hemwelatiyê wê ne bila bibêje û ger me weke hemwelatî nabîne em ê jî ji niha û şûnde zanibin çawa bi artêşa Iraqê re gavan bavêjin.”
Nedam Bedel got ku ew ê ti carî li hember van êrîşan paşde gav navêjin û bi van gotinan dawî kir: “Berovajî vê em bi hêztir dibin û xurtir dibin. Hewlesta me li vir de zelal e. Her gavên ku em davêjin ber bi azadî û xweseriyê me dibin û ev jî di serî de ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibe bersiv.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Asayîşa Êzîdxanê” bi dawî bû.