Girseya ge li ber avahiya DEM Partiyê li hev kom bû û bi dirûşman ber bi avahiya şaredariyê ve meşiya.
Çalakgerên ku dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan, li astengiya polîsan rast hatin. Lê belê li ser berxwedana bi biryar a girseyê bendên polîsan hatin rakirin.
Girseya gel li ber avahiya şaredariyê tayînkirina qeyûm şermezar kir û li ber tilîliyan sirûda ‘Herne Pêş’ demeke dirêj got.
Çalakiya nobedê ya gel û berxwedana li ber şaredariyê dewam dike.