Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş pîroz kirin. Agirê ku li nuqteyên cuda yên çiyê hate dadan şev ronî kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi stran û govendê Newroz pêşwazî kirin.
Gerîla li dora agirekî mezin li hev civiyan, li ber stranên Newrozê govend gerandin berxwedan û hêviya paşerojê ji çiyê li seranserê Kurdistanê belav kirin.

