Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Li gel fermandarên ji Fermandariya YJA Starê û bi sedan gerîlayên YJA Starê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya bi coş heta danê êvarê dewam kir.
Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar hestên xwe têkildarî pîrozbahiyê anî ziman û got, “Bi rastî jî me 8’ê Adarê gelekî bi coş pêşwazî kir, ji ber ku me bi peyameke nû ya Rêberê xwe pêşwazî kir. Peyama Rêbertî weke her carê vê carê jî pêşî li me vekir. Em xwedî wê potansiyelê ne ku di mehên biharê de cewher û nirxên jinê bikin yek û bimeşin.”
Fermandar Gabar bi taybetî bal kişand ser mercên şer ên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dewam dikin û ragihand ku wê pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan re bikin. Fermandar Gabar got, “8’ê Adarê ya îsal ji her salê cudatir e. Pêvajoya şerekî giran heye, lê belê bi perspektîfa Rêbertî em dixwazin derkevin ronahiyê. Moral û coşa me di vê çarçoveyê de ye.”
Ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersim jî diyar kir ku pîrozbahî bi coşeke mezin dewam dike û 8’ê Adarê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyên xwe hemûyan, li jinan û gelan pîroz kir.
Fermandar Dersim axaftina xxwe bi van gotinan dewam kir, “Tevgera me ya jinê KJK’ê pêngava ‘Niha dema jinê ye’ da destpêkirin û me jî 8’ê Adarê li ser vê bingehê pêşwazî kir. 8’ê Adarê ya îsal li gorî salên derbasbûyî cuda ye; wergirtina silav û nameya Rêbertî, dîtina dîmenê wî û wateyên ku d ManÎfestoya Civaka Demokratîk de da jinê em hîn bêhtir bi rengekî rasteqîn nêzî 8’ê Adarê kir.
Weke ku Rêberê me di manîfestoyê de got, dema jinê dema azadiyê ye; em di demeke bi vî rengî de ne. Di sedsala 21’ê de weke ku Rêberê me destnîşan kir, ya barbarî, ya faşîzm ya jî wê azadî bi ser bikeve.”
Fermandar Arjîn Dersim di dawiya axaftina xwe de got, armanca wan a bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û garantiya jiyaneke bi rûmet a ji bo hemû jinan e.
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin Tûran jî bi bîr xist ku bi sedan gerîlayên jin ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê daketin qadan û got, “Çend roj in heval di nava amadekariyeke mezin de ne. Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê beriya her tiştî li Rêbertî pîroz dikin. Rêbertî fikir da me, ev mejî da me, em bi vê yekê da naskirin û azadiya jinê hînî me kir. Me silavê Rêbertî wergirt û bi coş û moraleke mezin pêşwazî kir. Vê yekê kelecaneke mezin da me. Em jî li vê derê li gel bi sedan hevalên xwe yên jin 8’ê Adarê bi coş pêşwazî û pîroz dikin. Em li jinên cîhanê, li jinên kedkar, li jinên şoreşger hemûyan 8’ê Adarê pîroz dikin.”
Gerîla Zîlan peyamek da jinên cîhanê û got, “Di demekê de ku li her derê şer diqewime, mejiyê mêr li her derê êriş dike û jin dibe hedef, em bang li jinan dikin ku rabin serhildan û têkoşînê. Bila li qadan bin, di azadiyê de israr bikin. Em jî li van çiyayan nîv sed sal e li ber xwe didin, li dijî faşîzmê şer dikin û bûn xwedî hin destketiyan. Eger îro em li qadan dikarin bi rengekî azad 8’ê Adarê pîroz bikin, ev yek encamek ji toşîna bi sedan berdêlên me ye. Serketineke têkoşîna me ye. Em dixwazin her kesî li qadên berxwedanê, li nava refên berxwedanê bibînin.”
Ji fermandarên YJA Starê Sara Masîro li ser 8’ê Adarê hest û fikrên xwe anîn ziman û got, “Em 8’ê Adarê beriya her tiştî li Rêberê xwe, li şehîdan û gelê xwe pîroz dikin. Hevalên me yên hêja diyar kirin ku em 8’ê Adarê tenê weke rojekê nabînin. Nêzîkatiya li vê rojê ne ten bîranîna rojekê ye, em hewl didin rojê hîn bêhtir bi wate bikin û hemû rojan bike weke 8’ê Adarê. Ev yek nirxê Rêberê me ye.”
Sara Masîro destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çawa ku ji bo wan têkoşîneke, ew amade ne ku hemû karên Rêbertî pê radibe bimeşînin.
Sara Masîro di dawiya nirxandina xwe de bang li jinên cîhanê hemûyan kir û got, “Ez di wê baweriyê de me ku divê ne tenê 8’ê Adarê pîroz bikin, her wiha hemû rojan ji bo azadiya jinê weke rojên têkoşînê derbas bikin. Vê rojê diyarî hevrêyên xwe yên jin, şehîdan hemûyan dikim. Ji jinên cîhanê hemûyan re serketinê dixwazim.”
Gerîla Yerîvan Şevîn ku bi coş û moraleke mezin beşdarî pîrozbahiyan bû anî ziman ku bi peyama Rêber Apo re 8’ê Adarê ya îsal ji bo wan hîn bi wate bû û got, “Coşeke gelekî mezin heye. Me ev çalakiya xwe ya moralê weke diyariyek ji bo Rêberê xwe lidar xist. Tevlîbûna hemû hevalan a bi coş em gelekî kêfxweş kir. Di vê pêvajoyê de ku Rêberê me da destpêkirin, bi deklarasyona ‘Niha dema jinê ye’ ya ku KJK’ê da destpêkirin em ê hîn bi xurtî tevlî bibin. Bendewariya me ji jinan hemûyan ev e. Divê hêz, hiş û aqlê jinê dînin holê. Divê jin êdî xwe nas bikin.”
Gerîlaya YJA Starê Ronahî Kato jî kelecana xwe ya ji bo 8’ê Adarê bi vî rengî anî ziman: “8’ê Adarê roja jinan, dayikan, gelê me yê welatparêz e. Ji ber vê yekê jî di serî de Rêbertî li hevrêyên xwe yên şehîd pîroz dikin. Em destê dayikên xwe maçî dikin û 8’ê Adarê pîroz dikin. Em ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bimeşin. Em ê gavên ji bo azadiyê hîn berfireh bikin û xelekê mezin bikin.”

