Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad derbarê kar û xebatê aboriya jinê ji ANF’ê re axivî.
Gulistan Murad diyar kir ku aboriya jinê di sala 2025’an de hate avakirin û yek ji komîteyên sereke yên girêdayî Kongra Starê ye û wiha got: “Armanca aboriya jin a sereke avakirina derfetên kar ji bo her jinekê ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin e. Kar û xebatê aboriya jin a sereke li ser koperatîf û avakirina projeyan tê meşandin. Ev jî li gorî sîstema netewa demokratik e da ku her kes xebatê ku dide meşandin girêdayî xwe bibîne û bi awayekî wekhev tê de kar were kirin û encam girtin. Ji ber di dema rêjîma Baas de sîstemek bi vê awayî nebû û bi taybet ji bo jinê. Jin nikaribûn cihê xwe di derekî de bigirin. Lê bi Şoreşa Rojava re derfet ji bo jinan hatin avakirin û niha jin di hemû saziyên Rêveberîya Xweser de cihê xwe wek hevserok digrin. Jinên di nav aboriya jin de jî cihê xwe digirin bi xwe biryara
‘ALIYÊ MANEWÎ YA ABORIYA JINÊ JÎ HEYE’
Gulîstan Murad got ku ku ji ber sîstema ku li ser jin hatîye ferzkirin, divê piştgiriya herî mezin a ji bo jinan di warê fikir de be û wiha got, “Li ser hemû jinan hişmendiya baviksalarî hatiye ferzkirin, ji bo wê jî hemû jin birçiyê îdeolojiyê ne. Ji ber vê yekê xebata aboriya jinê ne tenê madî ye, jin azadiya xwe tenê li ser serxwebûna madî nagire, her wiha divê jin xwe nas bike. Ji ber vê li kêleka xebata aboriyê, li kêleka jinan disekinin. Em ji ber xebata xwe divê her tim bizanibin ku pêwîstiya civakê bi çi heye û em piştgiriyê bidin civaka xwe.”
‘HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI NAV XEBATA ABORIYA JINÊ DE CIH DIGRIN’
Gulîstan anî ziman ku sal bi sal kar û xebatê aboriya jinê berfirehtir dibe û wiha pê de çû, ‘’Kar û xebatê aboriya jinê ji salan 2015’an û heta niha bi derfet û rewşên pir zehmet heta roja îro berdewam dike. Her wiha sal bi sal xebat berfiretir dibe, sal bi sal hewildanên me ji bo derbas kirina kêmasîyên salên derbasbûyî tim li pêş e û bingehên ku lewaz hatine avakirin em xurtir bikin. Jii ber ku em aboriya komînal a civakî ne, hemû jin, hemû beşên civakê hemû pêkhate di nav kar û xebata aboriya jinê de cih digrin. Ji ber em wekî aboriya jin hewil didin ku bibin bersiv ji bo hemû jinên civakê. Ji ber em jî beşek ji Sûriyeyê ne, rewşa li Sûriyeyê rû dide bandor li ser xebata me jî dike. Ambargo, rewşa şer, êrîşên li ser binesazîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ev hemû ji bo xebata aboriya jin weke zehmetî bûn.’’
‘EM Ê DI HER ALIYÊ DE PIŞTGIRÎ BIDIN JINAN’
Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de qala jinên ku ji Şehba û ji herêmên Sûriyeyê koçber bûne kir û got, ‘’Bi geşedanên ku di Sûriyeyê de derketine pêş re, bi rûxandina rêjîma Baas, her wiha bi hatina Hikumeta Şamê a Veguhêz û hişmendîya ku careke din hatiye ferzkirin re, rola jinê tê tunekirin. Her wiha li aliyek din koçberî jî çêbû û bi taybet koçberîya duyemîn a gele Efrînê ji herêma Şehba. Me piştgiriya ji bo koçberan weke erkekî sereke dît ku em di her aliyê de piştgiriyê bidin jinan. Ji bo ku em bikaribin ji wan re bibin piştgir, me karê xwe di her aliyê de berfirehtir kir. Gelê Efrîn bi pisporiya xwe a çandiniyê tên naskirin, ji bo wê me gelek projeyên çandiniyê vekirin, li kêleka wê projeyên me yên dirûtinê jî çêbûn. Her wiha piştî demek kurt me dît ku çawa li ser pêkhateya Elewî, Durzî û gelek pêkhatên Sûriyeyê kiryar û qirkirin hatin kirin û di asta yekê de jin tê de li pêş bû, ji bo wê gelek xelkên wan herêman berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me jî xwest em xwe bigihînin wan jinan. Niha hejmarek jinên ku ji wan herêman hatine, cihê xwe di nav xebatên me de digrin.’’
Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad di dawiya axaftina xwe de kar û xebatên ku di vê deme de têne meşandin kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî, “Sala borî ji ber rewşa hawayê, me gelek zirar dît, ji bo wê me gelekî girîngî da çandiniyê. Her wiha da ku pirsgirêkên salên derbas bûyî careke din neyên jiyîn me gelek bîrên avê kolan, him jî projeyên enerjîyê hatin kirin. Di warê çandinî û tovan de gelek perwerde hatin dîtin. Gelek kargehên me yên dirûtinê li Kobanê, Amûdê hatin vekirin. Her wiha projeya me a kargeha Trîko, li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn kargeha Trîko ye. Her wiha gelek projeyên me yên dest ên cuda cuda hene.’’
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		