Şîrketa IGNIS H2 Hilberîna Energiyê ya ku projeya wê ya bi armnaca “lêkolîna çavkaniyên jeotermal” li mêrgên navçeya Gimgimê ya Mûşê sondajê bike, hat pejirandin. Projeya ku wê di nav sînorên gundê Xwarikê de were meşandin, wê di nav 16 gundên Kurd-Elewî Santrala Enerjiya Jeoterma were avakirin. Gundiyên ku çavkaniya debara wan a sereke sewalkarî ye, li dijî projeyê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew bi gefa koçberiyê re rû bi rû ne.
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz li ser vê mijarê ji ANF re axivî û diyar kir ku nabe mêrgên li Gimgimê wekî “erdê vala” werin dîtin. Sumeyye Boz diyar kir ku mêrg bingeha sewalkariyê ne û got, “Li van axan, mêrg qadên hevpar ên ku lêçûnên êmên sewalan kêm dike, keriyan li ser piyan dihêle û di şert û mercên zivistanê yên dijwar de hilberînê gengaz dike. Jixwe qadên mêrgê sînorkirîne û bi vê re wê sînordartir bibe. Bi vê re wê hejmara sewalkariyê kêm bibe, lêçûn zêde bibin û hilberînerên biçûk bêtir tengav bibin.”
Sumeyye Boz bal kişand ser îhtîmala zêdebûna koçberiyê û kêmbûna dahatan û guhertinên demografîk ên piştî erdheja Gimgimê ya 1966’an bi bîr xist û got: “Tê bîra me piştî wê erdhejê gund çawa hatin valakirin. Plansaziya xelet îro dikare pêvajoyek wisa bide destpêkirin. Koçberî ne çarenûsa vê herêmê ye; koçberî encama polîtîkayên xelet e.”
‘ÇAVKANIYÊN AVÊ Û JÎNGEH DI XETERIYÊ DE NE’
Sumeyye Boz destnîşan kir ku operasyonên sondajên jeotermal dikarin xetereyan li ser çavkaniyên ava bin erdê jî çêbikin û diyar kir ku veguhastina metalên giran û gaza hîdrojen sulfur dikare bandorek neyînî li ser kalîteya hewayê bike û ev tişt anî ziman: “Gundên ku derbara xwe bi xewalkariyê dikin, av ne tenê ava vexwarinê ye; ew ava sewalan e, bingeha hilberînê ye. Qelsbûn an qirêjbûna çavkaniyan rasterast tê wateya windakirina debara jiyanê. Bi taybetî ji ber xetên payê li Gimgimê çalak in, rêbazên enjeksiyona fişara bilind ên ku di projeyên jeotermal de têne bikaranîn dikarin bandorê li mîkro-sîsmîk bikin. Erdheja Varto ya 1966’an birînên kûr li ser vê herêmê hişt. Plansazkirina veberhênanek a li herêmek nêzîkî sêgoşeya Kanîreşê ne biryarek ji rêzê ye. Ev rîsk têne nîqaşkirin û mînakên wê hene.”
Sumeyye Boz destnîşan kir ku 16 gundên Kurd-Elewî yên ku di nava vê projeyê de ne ne tenê qadeke erdnîgarî ye, van gund civakên dîrokî yên girîng in ku xwedî hevgirtinek xurt û çandek jiyana hevbeş îfade dikin.
Sumeyye Boz wiha berdwam kir: “Mêrgên hevpar bingeha madî ya vê şêwaza jiyanê ne. Ger vekirî riza gundiyan neyê wergirtin û analîzên bandora serbixwe ya jîngeh û sîsmîk bi awayekî zelal neyên parvekirin, wê demê ne tenê pirsgirêkek jîngehê di heman demê de pirsgirêkek demokratîk jî heye. Biryarên “fêdeya giştî” ku ji bo mêrgan têne girtin pir caran di berjewendiya sermayeyê de têne bikaranîn. Her çiqasî Qanûna Mêrgan a Hejmar 4342’an parastina mêrgan esas digire jî, di pêkanînê de li şûna derbara gundiyan, bernameya veberhênanê esas digirin. Bi yek îmzeyê, mafê bikaranîna hevpar a gundiyan radestî mantiqa şîrketê tê kirin; têgeha milkiyeta hevpar tê tasfiyekirin û li gorî berjewendiya sermayeyê tê sererastkirin.”
‘TEKOŞÎNA ME WÊ BERDEWAM BIKE’
Sumeyye Boz diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û demokratîk a li dijî projeyê berdewam bikin û wiha axivî: “Ev erd ne veberhênanê ne ku li ser maseyekê werin belavkirine. Parastina mafê welatiyan a debara jiyanê, mêrgên wan û ava wan erka me hemûyan e. Em ê bi gundiyên xwe re li dijî vê pêvajoyê bisekinin. Heta ku ev biryar paşve were kişandin, em ê paşve gav neavêjin. Ji ber ku tiştê ku em li vir diparêzin ne tenê mêrg e, edalet bi xwe ye.”

