Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, di panela bi ser navê “Di avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de Jin li ser Teqeziyê diaxivin” de axivî.
Halîde Turkoglu, di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser pêwîstiya aştî û civakeke demokratîk û diyar kir ku ew ê bi jinên astengdar, lênêrînkaran û jinên ji saziyên cûrbecûr re bicivin da ku bi hev re bi rêya diyalog û hevgirtinê li dijî newekhevî û cudakariyê têbikoş in.
Halîde Turkoglu, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku bi banga Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kir, armanc dike ku newekhevî, xizanî û polîtîkayên dijberî astengdaran bi dawî bibin û jiyaneke nû bê avakirin. Halîde Turkoglu, anî ziman ku wekî jin, ew bi yekkirina cudahiyên xwe ji bo azadî û edaletê têdikoş in û got ku têkoşîna jinên astengdar beşek ji têkoşîna azadiya jinan e. Halîde Turkoglu got, “Îro ew roj e ku em qadên xwe yên têkoşînê bêhtir bi rêxistin bikin û van qadên têkoşînê bi têkoşîna xwe ya aştiyê ya bi rûmet re bi rengê herî xurt bikin yek.”
Halîde Turkoglu, da xuyakirin ku îdeolojiya li dijî astengdaran hişmendiyeke zayendperest û nijadperest pêş dixe, û got ku têkoşîna li dijî vê hişmendiyê divê li ser gelek têkoşînan were meşandin û got, “Tiştê ku vê têkoşînê dike yek felsefeya Jin Jiyan Azadî û hevgirtina jinan e. Jin kirdeyên têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ne. Roj roja hê bêhtir birêxistinkirina têkoşînê ye.”