Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6’emîn Kongreya Mezin a Asayî li navenda xwe ya giştî li dar xist. Rêveberên partiyê û delege beşdarî kongreyê bûn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak axaftina vekirinê kirin.
Kirkazak diyar kir ku HDP qada têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê ye û got, “HDP bi gelan re bersiva hewldanên parçekirin û belavbûnê yên zîhniyeta navendî û yekperestî da.”
Kirkazak bal kişand ser doza girtinê li dijî HDP’ê û wiha domand: “Doz du sal û pênc meh in didome. Lê HDP ne tabelayek e, ne avahiyek e; hûn nikarin wê bigirin.”
Sultan Ozcan jî berxwedana bi biryar a HDP’ê ya li dijî doza girtinê bi bîr xist û got, “Me heta niha bi biryardarî meşa azadiyê ya li ser xeta rizgariya jinê, ekolojîk û xwezayê ya ku pêşengiya guhertin û veguherînê dike, parast. Ez bawer dikim ku em ê vê yekê bidomînin.”
Sultan Ozcan destnîşan kir ku têkoşîn di her şert û mercî de wê bidome û got, “Rê yek e, dem hezar û yek e.”
Piştî axaftinan raporên xebat û darayî hatin xwendin. Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak ji nû ve wekî hevserok hatin hilbijartin.