Elî Henan ê ji Efrînê di 29’ê Mijdarê de ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Şehba û Til Rifatê di 2’yê Kanûnê de li ser rêya koçberiyê bû, niha jî koçberiya xwe ya sêyemîn jiyan dike. Elî Henan behsa çîroka xwe ya koçberiyê kir.
Trajediya ku malbata Elî Henan pê rû bi rû maye û wêrankeriya koçberiyê rastiya wî radixe ber çavan. Elî Henan diyar kir ku di sala 2016’an de di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ango Artêşa Azad a Sûriyeyê yên li ser Helebê, neçar man ku ji Efrînê koçber bibin. Ev yek serdema yekem a ku bandorkeke mezin li ser jiyana wî û malbata wî kir. 2 sal şûnde, dîsa ji ber êrîşên heman koman ên li ser Efrînê, malbat careke din neçar ma ku koç bike. Di sala 2018’an de koçî Şehbayê bûbû.
Elî Henan herî dawî di 2’ê Kanûnê de ji ber êrîşa çeteyên dewleta Tirk a 29’ê Mijdarê derbasî Tebqayê bûn. Elî Henan tevî malbata xwe 4 rojan li Tebqayê man. Herî dawî ji wir berê xwe dan Hesekê û niha li Hesekê dimînin. Elî Henan şert û mercên zehmet ên ku tê de ne bi van gotinan anî ziman, “Ne maleke me heye, em tê de bin û ne jî ava ku em serê xwe bişon heye.” Elî Henan balê dikişîne ser zehmetiya peydakirina pêdiviyên bingehîn ên bi sedan koçberan.
EW JI BO ZAROK Û PÎRAN BI FIKAR E
Elî Henan diyar kir ku ji ber hewcedariyên dayika wî ya 70 salî û du zarokên wî yên 2 û 8 salî roj bi roj fikarên wî yên ji bo malbata wî zêde dibin û destnîşan kir ku ne pêkan e ku di vê hewa sar de ji bo zarokên xwe malekê peyda bike. Elî Henan qala zehmetiyên rojên destpêkê yên sala 2018’an ku hatin Şehbayê kir û diyar kir ku her çiqas di destpêkê de zehmetî jiyan jî bi demê re li ser lingan man û wiha got: “Zivistana me di bin ambargoyê de derbas bû. Rejîmê zordestî dikir û rê li ber derbasbûna mazotê digirt. Lê bi demê re em xwe bi xwe li ser lingên xwe sekinîn. Em di nava germa havînê û rojên sar ên zivistanê de 6 sal di bin konan de man. Ev hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê manewî ve ezmûnek dijwar bû.”
‘ME ŞEHBA VEGUHERAND BIHUŞTÊ’
Elî Henan bal kişand li ser jiyana li Şehbayê jî û wiha pê de çû: “Me ciheke çolter a weke Şehbayê veguherand bihuştê. Me ew bi dewlemendiyên xwe yên çandî yên berê û ruhê hevgirtinê veguherand qada jiyanê. Gelê me gihîştibû asteke ku debara xwe bikira, lê dîsa ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk em neçar man bi darê zorê cih û warên xwe terk bikin.”
Elî Henan diyar kir ku ew debara xwe bi terzîtiyê dike û wiha domand “Dikaneke min a biçûk a terzîtiyê hebû. Min di bin şert û mercên zehmet de jî debara xwe dikir. Koçberî û afirandina şert û mercên jiyanê ne karekî hêsan e. Avakirina xaniyek, peydakirina ceyran, av û birêkûpêkkirina şert û mercên dibistanê yên zarokan tê wateya zehmetiyan. Koçberî ne tenê rêwîtiyek fizîkî ye, di heman demê de trawmayek derûnî ye jî.”
‘EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’
Elî Henan hestên xwe yên li ser vê pêvajoya ku di bin zext û zilmê de derbas kirine jî bi van gotinan anî ziman: “Dixwazin jiyana me veguherînin zindanê. Hewl didin ku bêzarî û westandinê biafirînin. Her çiqasî em zehmetiyan bikşînin jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”